Gelo qehremanan ceza dikin!

În 19 Tebax 2022 - 21:33

  • Nobetdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê, careke din xwestin meydana hewayî ya Sûriyê li balefirên dewleta Tirk bê girtin.

Nobetdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê, careke din xwestin meydana hewayî ya Sûriyê li balefirên dewleta Tirk bê girtin.

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember vê yekê, Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi hevkariya Kongra Star 12`ê Tebaxê li pêşiya navenda Komîseriya Neteweyên Yekbûyî ya Kar û Barên Penaberan a li Qamişloyê kon vegirt. Ev çalakî di roja 9`an de bi beşdariya endamên saziyên herêmên Cizîrê dewam dike. Doh xwepêşanderan bang kir da ku meydana hewayî ya herêmê li dewleta Tirk bê girtin.

Doh li konî wêneyên zarokên di êrişên dagirkeran de birîndar bûne, şehîd bûne jî hatin daliqandin, û kon bi alên Kongra Star, hêzên parastinê û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê û bi dehan gel tev li çalakiyê bûn.

Herêmê li balefirên Tirkiyeyê qedexe bikin

Piştî çalakiyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Mehmûd Ehmed behsa sedemên tevlêbûna çalakiya konvedanê kir: "Em dixwazin dengê xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewrûpayî (YE), Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Rûsya û tevahiya cîhanê, me bi saya şehîdên xwe xizmet ji cîhanê re kir û çeteyên DAIŞ têk birin."

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk pîvan û qanûnan binpê dike, heger xwedî exlaq bûya li pêşberî çavên her kesî bi balafirên bêmirov zarok û ciwanên wan nedikirin armanc.

Mehmûd ev pirsî: Gelo ev cezayê kesên berpirsyartiya parastina mirovahiyê girtine ser milên xwe ye? Ka wîjdanê mirovahiyê?

Şêniyên navçeya Dêrikê di dawiyê de bang kirin da ku meydana hewayî ya herêmê li balefirên Tirk bê qedexekirin.

Îro jî endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) tev li çalakiya konvedanê dibin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.