Gelo Phillis Wheatleyê ruhê xwe firotibû?

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 17 Tebax 2023 - 04:45

Rexnegirên bi paşxaneya teorîk a postkolonyal jî ew li projeyên xwe zêde nekirin. Lewma wan hewldanên wê, weke xwedanqebûlkirina bi spiyan nirxand; hinan got, helbestên wê “berhemê ruhê mirovên spî ye”, wê ruhê xwe firotiye.

REWŞAN DENIZ

Hunermenda Efro-Emerîkî Elizabeth Catlettê ji bo ku qedrê Phillis Wheatley bigire, sala 1946´an ji bo çapê berhemekî şêwekariyê amade kir. Di berhemî de em Phillis Wheatley dibînin, eynî weke wêneyê di kitêba xwe de rûniştiye, dihizire û qelem di dest de dinivîse. Li pişt wê jî em jinên kole yên destên wan zincîrkirî dibînin, lê eşkere ye ku wan serî netewandiye. Elizabeth Catlettê esas xwestiye berxwedêrî û wêrekiya  Phillis Wheatley nîşan bide. Phyllis Wheatley di sedsala 18´an de weke kole biribûn Emerîkaya ku koloniya Ingilistanê bû. Ew 8 salî weke kole biribûn Emerîkayê, lê wê karî bibe yekem helbestkara kole û reşik a ku karîbû berhemên xwe bide weşandin. Ev hemû jî di nava temenekî kurt de birin serî. Ew sala 1753´yan hatibû dinê û hîna 31 salî di sala 1784´an de wefat kiribû.

Tê texmînkirin ku Phillis Wheatley li peravên çemê Gambiya hatibe dinê. Ew heft salî weke kole tê firotin. Piştre hîna heşt saliye dibin Emerîkayê. Sala 1961´ê li Bostonê terziyê bi navê John Wheatley wê weke “diyarî” ji hevjîna xwe re dikire. Navê keştiya ku ew biribû Emerîkayê lê hatibû kirin: Phillis. Malbatê ew li dêrê tehfiland û weke Xiristiyan mezin kir. Piştre malbata Wheatley perwerdeyeke baş ji bo vê keça jîr misoger kir: ji bilî gelek dersan, dersa Latînî, Yewnanî, mîtolojî û dîrokê jî dan Phillisê.

 

Weke Xiristiyanekê hat mezinkirin

Helbesta wê ya pêşî, hîna ew 13 salî bû hat weşandin; helbesta bi navê On Mssrs. Hussey and Coffin (Li ser sitiya Hussey û Darbestê) sala 1767´an di rojnameya Newport Mercury de ne dûrî Bostonê, li Rhode Islandê hat weşandin. 

Hê di vê helbesta wê de diyar bû ku ew dide ser şopa klasîsîzma nû (Neoclassicism); kesê wê ji xwe re dikir nimûne jî helbet Alexander Pope bû.

Ji ber ku malbata Wheatley ew weke xirîstiyaneke bawermend mezin kirin, di helbestên wê de em gelek naverokên dînî dibînin. Gelek ji van helbestan di nava cemaetên dînî yên Xirîstiyan de navdar bûn. Yek ji van helbestan li ser waizê metodîst George Whitefield piştî mirina wî hatibû nivîsandin û di nava helbestên wê de belkî jî ya herî navdar e. Lewma ev helbesta bi navê On the Death of Reverend Whitefield (Li ser mirina waizê ezîz Whitefield) hem li Bostonê û hem jî li Londonê hat weşandin.

Ew li Ewrûpayê ew qasî navdar bû ku Voltaire jî di nameyeke xwe ya sala 1774´an a ji Baron Constant de Rebecq de navê wê hildida û behsa wê dikir. Voltaire di vê nameyê de li hemberî îdîayên nijadperest ên Baron Constant de Rebecq ên ku dibêjin helbestkarên reşik nînin, weke delîla dijber Phillis Wheatley nîşan dide*.

 

Hewldanên malbata Wheatley

Malbata Wheatley, Phillis weke nefseke ji malê didît, ji ber wê jî sala 1772´yan gelekî hewl dan weşangerekî bibînin da ku helbestên Phillisê weke kitêb biweşîne. Lê li Bostonê weşangeran xwe neda ber vî karî. Gelekan ji wan jî îdîa dikir ku helbest neyên wê bi xwe ne; yanî wan bawer nedikir jineke reşik a ciwan karibe helbestên bikalîte û serketî binivîse. Ji ber vê jî malbatê xwest komek ji navdar û rewşenbîrên Bostonê Phillisê test bike. Di nava komê de waliyê Massachusettsê Thomas Hutchinson jî hebû. Tevî ku nayê zanîn ka ev trîbûnala hanê çawa bi rê ve çûye, komê piştî ku Phillis Wheatley di îmtîhanê de bi ser ket, raporek nivîsand û got, ti şik û guman tê de nîne ku ew helbestên behsa wan tê kirin, yên Phillis Wheatley bi xwe ne. 

 

Kitêb li Ingilistanê çap bû

Lê gelekî muhtemel e ku ji ber sedemên nijadperestiyê, dîsa jî ti weşangeran xwe neda ber çapkirina kitêba Phillis Wheatleyê. Ji ber wê jî bi rêya kesên hez ji helbestên wê kirine yên weke kontesa Huntingdonê Selina Hastings projeya çapkirina kitêbê çû Londonê. Ji bo kampanyaya reklama kitêbê jî havîna 1773´yan Phillis Wheatley tevî kurê xwediyên xwe, Nathaniel Wheatley çû Londonê.

Ew qederê du mehan li Ingilîstanê ma. Arîstokratiya bala wê li ser wêjeyê, ji ber reşikbûna wê ew “balkêş” dît û li salon û holên xwe yên civînê gerand. Hingê wê Benjamin Franklin jî nas kir. Ji bilî siyasetvanî, cihgiriya midûrê postê yê ji bo koloniyên Brîtanyayê li Bakurê Emerîkayê, ew weşanger û xwedî çapxane jî bû.

Piştî ku Phillis vegeriya Emerîkayê Îlona heman salê kitêba wê bi navê “Poems on Various Subjects, Religious and Moral” (Helbestên li ser mijarên cihê, yên dînî û exlaqî) çap bû; weşangerê wê jî Archibald Bell bû. Di kitêbê de ew rapora li jor behsa wê hatibû kirin jî cihê xwe girtibû.

 

Bû alîgirê serxwebûnê

Heman salê, piştî ku vegeriya Bostonê, xwediya wê Susanna Wheatley mir û hema piştre jî John Wheatley, Phillis azad kir. Tevî ku xwediyê wê yê berê loyalîst bû yanî hevalbendê tac û meliktiya Brîtanî bû, Phillisê weke jineke reşik a azad bi helbestên xwe destek da tevgera serxwebûnê ya ku her diçû li Emerîkayê xurt dibû û sala 1776´an rê li ber damezrandina Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) vekir.  

 

Li ser koledariyê kêm nivîsiye

Yek ji van helbestên wê ên navdar, helbesteke dirêj a bê wezn a dişibe qesîdeyan [ji vî cûreyê re ode tê gotin] e ku wê sala 1775´an li ser George Washington nivîsandiye. Ew hingê nebûbû serokê DYE´yê.

Wê gelek kêm helbest li ser rewşa xwe û mijare koledariyê nivîsandine. Lê dîsa jî helbestên wê li ser mijarê hene. Yek ji wan “On Being Brought From Africa to America (Li ser anîna ji Efrîlkayê ber bi Emerîkayê ve).

Wê ji bo kitêbeke din bi weşîne, helbest nivîsandin, lê ew berhem nehatin weşandin. Ji vê berhema muhtemel e ku berferehtir be, tenê 56 helbest û 22 name mane. Ew hîna 31 salî gava ku zaroka xwe ya sisiyan dianî dinê, mir. Zaroka wê jî weke her du zarokên beriya xwe mir. 

 

Teqlîdeke ne xas a neoklasîsîzmê

Rexnegiran helbestên Wheatley zêde neecibandin. Heta rexnegirên paşê yên bi paşxaneya teorîk a postkolonyal jî pirr ew li projeyên xwe zêde nekirin. Lewma wan hewldanên wê weke xwedanqebûlkirina bi spiyan nirxand; heta hinan got helbestên wê “berhemê ruhekî mirovên spî ye”, wê ruhê xwe firotiye.**

Ev rexne hîna van 40 salên dawiyê guherî bi xêra wan rexnegirên ku gotin, berhemên Phillis Wheatleyê xwedî potansiyeleke xiraker e; nexasim di warê bi zanebûn tesîrkirina li ser xwendevanan di warê nerewabûna koledariyê û rûmeta mirovên reşik de. Henry Louis Gates, Jr. ji ber wê di çapa kitêba wê ya ji nû ve ya sala 1988´an de nivîsî ku Phillis Wheatleyê bi destê xwe rêûresma Efro-Emerîkî damezrandiye. lê dîsa jî her kes li ser vê yekê ne hem fikr e. Helbesta Jupiter Hammon a ku weke belavok sala 1761´ê hatiye çapkirin, li gorî hinan helbesta pêşî ya mirovekî Efro-Emerîkî ye ku hatiye weşandin.*** Bi her halî ew jina ewilî ya Efro-Emerîkî û kole ye ku berhemên wê hatine weşandin.

* Vincent Carretta: Introduction. In: Phillis Wheatley: Complete Works. Penguin, London 2001. S. xiv.
** Zusammenfassung der kritischen Bewertungen nach Scheick, S. 107.; s. a Marsha Watson: A Classic Case: Phillis Wheatley and Her Poetry. In: Early American Literature 31:2, 1996.
*** Benjamin G. Brawley: The Negro Genius. Biblo & Tannen, New York 1966, S. 16.

 

Bi kîjan ruhî ev nivîsî?

Ji helbesteke wê ya li ser wê bi xwe, em dibînin ku li aliyekî ew kolekirin û birina xwe ya Emerîkayê weke rehmet dibîne, lê li aliyê din jî rexneyê li nihêrîna mirovên spî li mirovên reşik digire:

Rehmetê ez ji welatê kafiran anîm,
Kir ku ruhê min ê tarî lê serwext bibe,
ku Xwedayek heye û Necatkerek jî:
Zemanekî min ew necat ne nas dikir, ne jî lê digeriyam.
Hinek, me mirovên ji nijada reşik, piçûk dibînin:
“Rengê wan ji rengê iblîsî ye”
Xirîstiyanino vê zanibin: Zenciyên weke Qabîl reş, 
carekê spî û gewr di nava qefla ferîşteyan de bûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.