Ruhê ku her zindî dimîne; Hozan Serhad

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 22 Tîrmeh 2026 - 18:00

  • Hunermend Rotînda ku bi Hozan Serhad re gelek xebat kiriye destnîşan kir ku şehadeta Hozan Serhad windahiyeke mezin bû û got: “Şehadeta her hevalî min diêşîne lê xwezî Serhad bijiya. Niha ew bi stran û keda xwe di nav me de dijî û ruhek zindî ye. Ez bawer im sed salên din jî biçe ew ê dîsa di nav me de bijî.”

 

Hunermend Hozan Serhed (Suleyman Alpdogan) ê ku bi deng û têkoşîna xwe di dilê gel de cihê xwe girtiye di 22yê Tîrmeha 1999an de di encama kemînekê de li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Bi ser koça dawî ya Hozan Serhad re 27 sal derbas bûn. Hozan Serhed di 24ê Tîrmeha 1970an de li navçeya Zêtka ya Agiriyê tê dinê. Dema Hozan Serhad hê yek salî bû bavê wî koça dawî kir, ew biçûkê 5 xwişk û birayan e. Piştî bavê wan jiyana xwe ji dest dide malbat diçe navçeya Panosê ya Agiriyê û li wir bi cih dibe. Zarokatî û ciwaniya Hozan Serhad li wir derbas dibe û ji dibistana seretayî heta lîseyê li wir dixwîne. Kesekî pir meraqdar bûye û serê xwe bi tiştên cuda re diêşîne. Hê 7 salî bûye û tembûra birayê xwe yê mezin Arîf Alpdogan hildigire destê xwe û li gorî xwe tingîniyê jê tîne.

‘Min jêhatîbûna wî dît piştgirî dayê’

Kekê wî Arîf Alpdogan wan rojan wiha vedibêje: “Li malê tenê tembûreke me hebû. Ji bo ku wê tembûrê bistînin min û dayika min keda salekê xerc kir. Ew gelekî mereqdar bû. Ez ditirsiyam ku tiştek bi tembûrê were. Me gelek şer dikir. Qet dev jê berneda. Piştî salek derbas bû min dît ku ji min baştir lê dide. Piştî ku min ev mereqdarî û jêhatîbûna wî dît min piştgirî dayê.” Di 16 saliya xwe de serkeftina xwe ya hunerê dide nîşandan û diçe Stenbolê û bi navê “Murat Esen” banda xwe ya bi navê “Gulo” derdixe. Lê piştî demekê ji ber zehmetiyên aborî neçar dimîne û vedigere Panosê.

Beşa konservatûarê qezenc dike

Di 18 saliya xwe de Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê qezenc dike û perwerdehiya muzîkê li vir dibîne. Fêrî gelek enstrûmanan dibe û lê dide. Yek ji van enstrûmanên fêr dibe jî amûra bi navê Tar a Azerîyan e. Hezkirina muzîka Kurdî di dilê wî de zêde dibe û dest bi gotina stranên Kurdî dike. Di sala 1991an de aliyên hunerê ya netewî û ya gel de têdigîhîje û wek ciwanekî Kurd jî dikeve nava nîqaşên pirsgirêkên welat û polîtîk.

 

4 salan xebatên Hunerkomê bi rê ve dibe

Di sala 1991an de Yildiz Alpdoganê nas dike û pê re dizewice. Ew di meha Tîrmehê de berê xwe didin çiyayan. Hevjîna wî Yildiz Alpdogan li Cizîrê tê girtin û 12 sal û 6 meh ceza lê tê birîn û wê dişînin girtîgeha Amasyayê. Hozan Serhad jî di nav refên PKKê de cihê xwe digire. Ji bo pêşketina hunera Kurdî berê xwe dide Ewropayê û di nava xebatên Hunerkomê de cih digire. 4 sal xebatên Hunerkomê bi rê ve dibe. Xwe tenê bi xebata muzîkê re sînordar nake û di heman demê de bi xebata şanoyê re jî eleqedar dibe.

‘Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e’

Hozan Serhad tenê bi hunerê re eleqedar nabe, nêrîna xwe ya derbarê şoreşê de wiha tîne ziman: “Ji bo şoreşgerekî vegera welat wezîfeya herî pîroz e.” Hozan Serhad li dijî hemû talûkeyên li ser çand û hunera Kurdî derdikeve û wiha dibêje: “Çavkaniyeke me ya xurt heye. Vegera ber bi wê çavkaniyê ve, bi taybetî li wir afirandina çanda Kurdî dikeve ser milê me. Dengbêjan ev çande heta îro anîn astekê. Heke em dest neavêjin vê çandê wê tune bibe. Çand û hunera Kurdan dikin Tirkî. Em stranên xwe berê derxin, bixwînin û ji siberojê re ragihînin. Bila winda nebin.”

Vedigere ser axa ku pir jê hez dike

Di sala 1996an de vedigere wê axa pir jê hez dike û diçe saziya çandê ya li Hewlêrê û li vir beşdarî bi dehan çalakiyên hunerî dibe. Pêşmergeyên PDKê di 16ê Gulana 1997an de bi ser navenda çandê de digirin û hin hunermendan dikujin. Hozan Serhad ê beriya komkujiyê çar rojan derbasî Silêmaniyê dibe li ser vê komkujiyê strana “Hewlêrê” dinivîse. Hozan Serhad dû re berê xwe dide Botanê. Hozan Serhed beriya 27 salan di 22yê Tîrmehê de li Zozanên Feraşînê yên navçeya Elkê ya Şirnexê di encama kemînekê de jiyana xwe ji dest dide.

Hunermend Rotînda ku hem li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), hem li Hunerkomê û hem jî li çiyayên Kurdistanê demekî dirêj bi Hozan Serhad re dimîne bîranînên xwe yên bi wî re anî ziman.

Rotînda û Hozan Serhad çawa hev nas kirin?

Hunermend Rotînda di destpêka axaftina xwe de Hozan Serhad bi bîr anî û wiha qala nasîna xwe û Hozan Serhad kir: “Sala 1993yan bû. Weke komên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) em ji bo tûrneyê hatibûn Ewropayê. Ez jî bi Koma Gulên Mezrabotan re hatibûm. Wê çaxê min yekem car Serhad nas kir, Serhad wê çaxê di Koma Berxwedan de bû. Ji xwe di nasîna yekemîn de hinek tişt dixistin serê hev ji ber ku zanist bû yanî mesela nava ewqas muzîsyenan de wê çaxê jî têgihîştî bû, bala mirovan dikişand. Pişt re me li gelek cihan bi hev re konser dan. Li Ewropayê jî di bernameyên televizyonê yên taybet de jî me konser dan. Salên 90î ne tenê di muzîkê de yan jî di me de di têkoşîna Kurdan, têkoşîna azadiyê de germahiyeke pir mezin hebû. Bi taybet di nava ciwanan de, ciwanên di zanîngehê de germayeke pir mezin hebû, tevlibûneke pir mezin hebû.

Wê çaxê hemû komên Kurdan hemû wisa bûn. Wê çaxê populîzm tune bû. Takekesî di nava me de tune bû. Ev jî dihişt ku di hunerê de tiştên li gorî şoreşê pêk werin. Serhad min got ya, mirovê ku têgihîştî taybet di hunerê de eger xwe perwerde kiribe, bixwazî nebixwazî tiştê ku çêdike baştir e, bi pêştir e.”

 Rotînda û Hozan Serhad li çiya rastî hev tên

Rotînda qala rasthatina xwe û Hozan Serhad a li çiyayê Kurdistanê kir û ev yek anî ziman: “Şehîd Serhad bawer im 6 meh beriya min çû hêla welat. Ez jî çûm lê Şehîd Serhad piranî li Silêmaniyê û Hewlêrê kar kir. Di dawiyê de di sala 97an de taybet ew şerê me û PDKê dest pê kir wê çaxê hat li Qendîlê bû. Ez jî di 99an de derbasî Herêma Şehîdan bûm, li Rojhilatê Kurdistanê. Wê çaxê biryar hebû komên ku ji Bakur zivirîbûn cardin ew ê biçûna Bakur. Komeke mezin hatibû, qasî 150-200 heval, heval Cemal wê çaxê li ser serê wan bû. Dihat gotin Serhad jî li wir e lê min hêj nedîtibû. Ez wê çaxê li Herêma Şehîdan bûm ew der cihekî pir xweş e, ez dixwazim wê bîranîna xwe ya yekem bêjim min Serhad çawa 2-3 sal şûnda dît. Ez derbasî jêr bûm ku ez herim cem hevalan. Niha Şehîdan çawa bû, koçberên Kurdistanê, Başûr, Bakur, Rojhilat hemû dihatin di nav me de bûn lê gundî li hember gerîla pir bi hurmet bûn. Dema mirovekî 70 salî jî bûya dema gerîlayek dît pir hurmeteke mezin nîşan dida. Ez tenê bûm ez dê bimeşim biçim Baregeha Şehîdan, min dît kalikek li binê darê rûniştiye, serê wî peçayî ye. Dema ez hinekî nêzîk bûm destê xwe hejand got ‘kuro wer e vira.’ Gundî ji gerîlayên re her tim dibêjin heval, kes nikare bêje kuro. Ez her ku nêzîk dibim ew dibê ‘kuro wer e vira.’ Ez aciz bûm, ez dibêjim herhalde kalik ferq nekir ku ez gerîla me ji dûr ve lê ez nêzîk bûm êdî cîlê min tivinga min dixuyê. Tam ez ê hêrs bibûma rabû ser xwe keniya, Serhad. Li binê darê rûniştiye. Di jiyanê de Serhad her tim pir henek dikir. Li gorî min aliyekî wî yê herî xweş ew bû. Dikarîbû bi her tiştî henek bike, bi xwe re jî, taybetî bi xwe re henek bike.”

Hozan Serhad berê xwe dide Botanê

Rotînda behsa serpêhatiya çûna Hozan Serhad a ber bi Herêma Botanê ve kir û wiha axivî: “Hinekê pirsî tabî ev 3 sal in ez li Bakur bûm ew li wir bû, me gelek qise kir. Feqet min tiştek dît. Min got Serhad tu yê bi vê komê re çima herî Botanê? Kîloya te zêde ye û tu Bakur dizanî tu ji Bakur hatibûyî ji ber ku li Bakur gerîlatî ji sedî nod meş e. Tu nemeşî tu şehîd î. Wê çaxê biryara min û wî derketibû ku em car din werin hêla Ewropayê. Got ‘wexta ez bizivirim gerek ez Senfoniya Botanê çêkim.’ Lê dîsa jî ne ez ne hevalên derdorê mesela wê çaxê ew 3 kes bûn; ew bû, Xelîl Dag bû û Huseyîn Kaytan bû. Weke ekîbekî ew ê biçûna Botanê. 3 roj şûnda ez çûm cem Heval Cemal, ez û çend heval, me got yanî gerek Serhad neçe. Heval Cemal got ‘ji xwe biryara partiyê nîne. Kesî negotiye here lê pir israr dike yanî bi daxwaza xwe diçe’.”

‘Dixwest Senfoniya Botanê çêbike’

Rotînda di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez vê bi taybetî dibêjim ji ber ku ez hin cihan dibihîsim weke Serhad bê dilê wî şandine, na tiştekî wisa tune bû. Beriya ku were Ewropayê dixwest Senfoniya Botanê çêke, çima Botan? Ji ber ku şerê me li Botan dest pê kiribû, gerîlatiya Botan mezin bû û belav bû. Di wê demê de li şehîdan em qasî 15-20 rojan li gel hev man. Ji ber ku ji Bakur pir gerîla hatibûn û ên ku car din biçin Bakur jî hebûn, yanî wê çaxê li Şehîdan nêzîkî 3-4 hezar heval hebûn. Me her roj li cihekî konserek dida. Taybetiya min û Serhad em herdû jî ji Serhedê bûn, ew jî me nêzîk dike ji ber ku em ji eynî çandê ne. Mesele me stranên gelerî pir digot. Dîsa di sala 95an de albuma taybet çêbû ew gelek hunermendên Kurd li wê derê cih girtin, li wê derê jî straneke bi navê ‘Gulê’ min xwend. Ji tarzê min hez dikir. Mesela 96an wî Merdan û Delîl xwestin bi navê ‘Koma Ciwanan a Koma Berxwedan’ komeke nû çêbikin, tabî ev xweşiya hevalên din jî neçû. Min bi Serhad re pir nîqaş kir min got tu çima stranên xwe bi arabeskê dibêjî. Bersiveke wî pir xweş hebû ji min re, esas rastiyekî bû. Digot ‘civaka me ji sedî heştê di bin bandora arabeskê de ye. Ez van stranan dibêjim ku ez dixwazim ciwan van stranan guhdar bikin paşê wan bikşînim nava têkoşînê.’ Tabî rastiyek e, lê têgihîştina Serhed ya hunerî di rewşa îro de jî pir kêm kes hene qasî wî zana. Yanî di her warî de. Hem notîst bû, hem kîjan tembûrê bigirta destê xwe lê dixist yanî windahiyeke pir mezin bû. Kurt û kurmancî bêjim Serhad windahiyeke pir zû bû û pir mezin bû.”

 ‘Divê ez biçim Botanê’

Rotînda wiha qala şehadeta Hozan Serhad kir: “Li gelek cihan ji min şehadeta wî dipirsin. Serhad tevî partiyê xwe ferz kir û çû Botanê. Şehadeta wî jî ketin kemîna dijmin. Ji xwe komeke biçûk bûn sê kes ew bûn yek jî kuryeyê wan bû. Min ji devê wî cerdevanî bihîst, dikevin kemînê, Serhad bi kîlo bû nedikarî bimeşe Huseyîn Kaytan û Xelîl Dag çenteyê wî, çeka wî digirin tenê tembûra wî dimîne. Lê yên li Botan mane dizanin dema ew qereqol derdikevin dibe operasyoneke mezin. Bi çend hezaran leşker û cerdevan. Serhad paş dimîne û dikeve destê dijmin li gorî wî cerdevanî got dijmin dixwaze poşmaniyê bi wî bide ferzkirin lê Serhad naaxive. Li wir Serhad înfaz dikin, paşê jî bi helîkopterê diavêjin. Şehadeta wî wisa ye. Di wir de tişteke nezelal tune ye di holê de ye. Hin kes dixwazin bi zanebûn qirêj bikin. Ez dubare dubare bêjim me çi kir nekir me ew qaneh nekir. Got ‘Divê ez biçim Botanê’ Ez neçim Botanê ew hatina min a li vir vala ye.

Xwezî Serhad îro bijiya…

Helbet hemû heval ji bo min êşeke pir mezin in. Lê dema tu mirovekî ji nêz ve nas bikî bi taybet jî Serhad. Serhad li gel min bûya em her tim dikeniyan. Teqez henekek dikir. Dema çû ez pir êşiyam. Diçe Bakur. Ez li Bakur mame şertên Bakur û gerîla pir baş dizanim. Heta roja dawiyê çû û xatir jî xwest min got ‘Serhad dixwazim tu neçî.’ Got ‘ez nîvco me divê ez xwe temam bikim ku bikarim bizivirim.’ Nîvcobûnê fêm dikim. Di nava gerîla de zêde nemabû. Nedixwest bi tenê bîranînên Başûr û wê derê bizivire. Min ew baş fêm dikir lê min pir baş dizanî ku ew dê li Bakur pir zehmetiyê bikişîne. Mixabin 15 roj şunda bû xebera wî ya ewil hat gotin ‘ketiye destê dijmin’ negotin şehadet e. Hefteyek bi ser re derbas bû ew cerdevanê ku ez qala wî dikim ew bi xwe gihişt hevalan wî bûyer vegot. Şehadeta her hevalî min diêşîne lê xwezî Serhad bijiya. Lê stranên wî, wî hêj jî dide jiyandin, ez bawer im sed sal din jî biçe ew ê dîsa bide jiyandin jî.”

Di her stranekê de dixwest xwe biguherîne

Rotînda axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di sala 93yan bû. Rêveberiya Ewropayê dixwest ez û Merdan li Ewropayê bimînin. Ji xwe min nedixwest min ji Serhad pirsî. Wê çaxê em pir samîmî jî nebûn. Min got ‘Serhad Ewropa çawa ye?’ Got ‘Tu li vir bimînî dê ji min xerabtir bibî.’ Min jî got ‘tu xerab nînî’. Qet pêşniyar nekir. Dikaribû bigota ‘bimîne xweş e.’ Di Serhad de taybetiyeke çawa hebû. Mesele gelek hunermend hene tarzekê digire û di wir de dimîne. Serhad ne wisa bû. Serhad di her stranekê de dixwest xwe biguherîne. Ji ber wê min rexne dikir ku çima stranên arabesk dibêjî lê min dizanî ku ew ê xwe pir pir biguherîne. Gelek bîranîn hene. Mesela taqlîda hevalan dikir. Dema taqlîd dikir te digot bi rastî jî ew bi xwe li wir e. Taybetiyên wî xweş bûn. Mirov nikare her tiştî bîne ziman. Em hêvî dikin ku ciwanên me yên nû di rêça Serhad de herin.

Hozan Serhad mînakekî baş e. Ciwan hene dixwazin bi stranên niha yên populîst xwe derxin pêş. Jiyana Serhad mêze bikin Serhad ew stranên arabeskê ji bo şoreşê gotin ciwan dikişandin nava têkoşînê. Lê berovajiyê wê niha bi arabeske ciwanên di nava tevgerê de dikişînin. Serhad bi stranên arabesk ciwan kişandin nava şoreşê û kirin şoreşger. Taybetiya wî ya herî mezin li gorî min ev e. Wê demê min bi xwe jî ew ewqas fêm nekir. Digot heke civaka me ji sedî heştê arabeskê guhdar bike divê ez xwe bigihînim wan û wan bikişînim nava şoreşê. Serhad ev e, nasnameya wî ev e.”

FEXREDÎN KILIÇ-AW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.