
- Hunermed Comerd ji bo şahiya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Ewropayê hat Rojavayê Kurdistanê û li Qamişlo û Hesekê beşdarî şahiyan bû.
Comerd têkildarî dîtina xwe ya ji bo Rojava, rola hunermendan a di şoreşê de ji ajansa me re axivî.
Hunermed Comerd got: “Ji roja destpêkê ve me Rojava wek neynika azadiyê didît. Ji bo min bihara Tevgera Azadiyê û Kurdistanê ye. Ji bo mirovahiyê pir ked hatiye dayîn, lê kom bûye û li Rojava derketiye holê. Em bi vî ruhî hatin. Ev hefteyek e ez li vir im. Kar û xebata hatiye kirin, zemîn û nirxê hatiye avakirin, em bi hev re parve dikin.”
‘Rojava bihara mirovahiyê ye’
Comerd wiha pê de çû: “Her hunermedek kar û xebateke pîroz dimeşîne. Lê dema em li Rojava binêrin, me got bihara mirovahiyê, li vir kulîlkên xwe berxwedana şehîdan û gelê Kurd da tevahî gerdûnê. Bi sedan, hezaran enternasyonal, bi hezaran karkeran berê xwe da vir û piştgirtî da. Bû sembol. Lê di aliyê hunerî de em gihaştin civaka navneteweyî yan na? Ez dibêjim em negihaştine wê astê û vî nirxê ku li cîhanê belav bûye, bigihînin civaka navneteweyî. Lê di sazî û xebatên Rojava de paradîgmaya demokratîk heye. Berdêla wê zehmet e, lê me besemleya paradîgmaya demokratîk di çand û hunera vir de dît.”
‘Klîta paradîgmaya nû li vir e’
Hunermed Comerd qala keda gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiyê daye kir û wiha axivî: “Ev ked tevahî li Rojava derket ser dikê. Dema ku her hunermed di neynikekê de li xwe binêrê, mirov xwe nas dike. Kêmasiyên xwe dibîne. Banga min ew e ku tevahî hunermedên ku dixwazin gelê Kurd nas bikin û bidin nasîn, bila bên vir. Rojava kilîta paradîgmaya nû ye.”
ANHA







