Gelo nijadperest zêde dibin yan wêrek dibin?

Nûçeyên Forum

Sêşem 4 Tîrmeh 2023 - 01:32

  • Li Elmanyayê, hema piştî yekbûnê jî êrişên berfereh li dijî penaberan hatin kirin. Lê hingê van êrişan xwe di siyasetê de weke deng ji bo partiyên neo-nazî diyar nekir. Gelo çi qewimî ku AfD'ê îro nêzî ji sedî 20'ê dengan werdigire? Siyaseta wêrekkirin û normalîzekirina njadperestiyê ya AfD'ê diyar e serketî ye. 

SILÊMANÊ ZAXURANÎ/BERLÎN

 

Li Elmanyayê carê, rastgirên tundraw xwe li nava siyaseta rastgir ya “li navendê” vedişart. Lê nexasim piştî yekbûna her du Elmanyayan, ev rewş hêdî hêdî guherî. Jixwe piştî yekbûnê, tişta herî zêde derket pêş ne geşbûna aborî û “azadiya” nû bi destketî ya rojhilatê Elmanyayê bû. Êrişên komî yên li dijî hema hema temamê wargeh û starên ji bo penaberan, sala 1993'yan li her derî darî çav bûn. Bi hezaran êrişên li dijî penaber û biyaniyan di salên 1990'î de çêbûn.

Heger bi hezaran êriş hebin, pirr rehet mirov tê bigihîje ku li hezaran deveran komên nijadperest ên Elman jî xwe birêxistin kirine. Yanî zemînekî mezinbûna siyasî eşkere bû. Jixwe paşê me yê di nava siyaseta Elman de gelek navên têkiliya wan bi van koman re heyî û di nava saziyên dewletê yê heyatî de cihê xwe girtî bibihîsta: Hans-Georg Maaßen ser meselê gava ku serokê Rêxistina Federal a Parastina Destûra Bingehîn (BfV) bû sala 2015'an seroka partiya nijadperest a Elman AfD'ê ya hingê Frauke Petry re gelek caran rûnişt û şîret lê kirin ka ew çawa dikare nekeve ber taqîba BfV'yê.*

Ev partiya hanê sala 2013'an hat damezrandin û sala 2015'an gava rexne li siyaseta deriyê li penaberan vekirî ya serokwezîra hingê Angela Merkel girt jî têra xwe populer bû. Esas di salên 1990'î de sempatîzanên neo-naziyan di nava partiyên navendê û desthilat de cihê xwe xweş dikir; wan xwe nedida ber nerehetbûna di nava partiyên yekser weke neo-nazî dihatin qebûlkirin.  

 

5 argumanên şaş nirxandinê

Lê ev wêrekiya van salên dawiyê ji ku tê? Li aliyekî ew 5 argumanên meşhûr hene:

1- Tirsa ji penaber û biyaniyan: Tirseke kûr a Elmanan, ji zêdebûna biyaniyan û kêmbûna Elmanan. Lê di warê aborî de jî ew mecbûrê van penaberên ku hêza kar a herî erzan in. Lê xebero, tirs girantir e û vê tirsê jî hiştiye ku rêjeya di navbera ji sedî 3 ta 5 a partiyên neo-nazî, bi AfD di sala 2015'an de bibe ji sedî 16.  

2- Rastbûna di warê siyasî de: AfD zû zûka da zanîn ku “Political correctness” êdî wê biçe ser tingê dîrokê. Her çend minaqeşe li ser bikaranîna ziman a beramberî cinsan adil be jî, AfD tevî ku jixwe neqedexe bû, timî digot, “Mafê Elmanan e dîsa bi neteweya xwe serfiraz bin”**.     

3- AfD hêza mecrayên dîjîtal nas kir: Li gorî vê argumanê, AfD ji destpêkê ve platformên dîjîtal ên weke Facebook û twitterê*** ji bo belavkirina peyamên xwe bi kar anîne. Qelsiya vê argumanê, di wir de ye ku nabîne, gelek partiyên din jî ev mecra baş bi kar anîn û heta çêtir jî. Lê mesele ew e ku bi vê platformê, AfD her çû “normal” bû, yanî êdî asayî dibû AfD'yî bûn.

4- Xwe li mexdûrbûnê danîn: Li gorî gelekan AfD tehlûkeyeke ji bo “nîzama destûrî ya demokratîk”**** a Elman. Lê li gorî kesên îdîa dikin, AfD xwe serketî weke mexdûr nîşan dide, AfD kariye vê dîtina xwe ji aliyên kesên dîtir ve biqulibîne avantajeke siyasî: Ew vê yekê bi gotinên “Nîzama rûniştî endamên me asteng dike û nahêle mafên xwe yên destûrî bi cih bînin” dibin serî. Yanî esas AfD li vir ji mexdûrbûnê bêhtir, xwe weke “alternatîfekê” jî bi cih dike. 

5- Provokekirina bi hesab, fen û dolab: AfD'ê gelek tabûyên civakî şikandin û ev ne bi awayekî erênî kir; berevajî wê bikaranîna şidetê yan teşwîq kir yan jî xwest bikaranîna şidetê bi destê hêzên dewletê berferehtir bibe.*****   

Ev argumanên li jor, bi ya min tenê li xwe eşkerekirina rastgiriya tundraw û nijadperestiya Elman hêsan kirin, lê nebûn sedem ku ev rastgiriya hanê zêde bibe. Gava mirov nexasim berê xwe bide neçûna serî ya “denazîfîksyona” piştî şerê cîhanê yê duyem, mirov bi rehetî rêjeya nijadprestiya Elman a zêde fêm dike. Lê ji bo werekî û deqerûbûna îro, helbet siyaseta AfD'ê serketî bû û argumanên li jor jî, ne argumanên zêdebûna dengê partiyên nijadperest e, lê argumanên bersiva vê pirsê ne: Çima mirov niha diwêrin li xwe eşkere bikin ku nijadperest in?   

 

Meyl wêrektirbûna nijadperestan e

Li bajarê Raguhn-Jeßnitzê şaredar Hannes Loth ji AFD'ê hat hilbiajrtin û ji sedî 51'ê dengan wergirt. Beriya wê jî di meclîsa şaredariyê ya bajarê Sonneberg de AfD'ê bi ser ketibû, hem jî bi namzetê xwe yê serê lîsteyê Robert Sesselmann bi rêjeyeke ji sedî hema hema 53.

Ev yek nîşanî me dide ku êdî neo-nazîbûn û nijadperestbûn li Elmanyayê normalîze dibin. Ew ên ku berê di nava partiyên nîzamê yên rûniştî de xwe yan bêdeng dikirin yan jî daxwazên xwe di nava van partiyan de îfade dikirin, niha dikarin wêrek bin û dengê xwe bidin AfD. Li gorî lêpirsînên di nava hilbijêran de, îro hilbijartin bibe, AfD wê ji sedî 17 ta 19'ê dengan wergire. AfD'ê di wêrekkirina nijadperestan de çiqasî serketîbe, ev rêje jî wê ewqasî zêdetir bibe. Nimûneyên ji Fransa û Îtalyayê jî nîşanî me didin ku meyl ber bi zêdebûna dengên nijadperestan ve ye.

 

* Binihêre li Annelie Naumann. “Was waren Ziel und Inhalt der Gespräche mit der AfD-Spitze?” (Armanc û naveroka civînên bi serokatiya AfD'ê re çi bûn?); di “welt.de” de, 2'yê Tebaxa 2018'an. Herê dawî lê hat nihêrtin 3'yê Tîrmeha 2023'yan.

** Alexander Gauland li ser navê AfD ev minaqeşe birin astên ecêb û xwest, Elman bi destketiyên artêşa xwe di her du şerên cîhanê de jî serfiraz bin (Binihêre li “Darum ist es problematisch, wenn Gauland sagt, wir sollten stolz auf die Wehrmacht sein” (Lewma mesele ye gava ku Gauland dibêje, diviya em serfiraz bin bi artêşa Împaretoriya Sêyem), Die Zeit, 15'ê Îlona 2017'an). Ev siyasetvanê rastgir, heta 2013'an endamê CDU'yê bû û ji hingê ve li mala xwe ya rastî AfD vegeriyaye.

*** Li gorî lêkolîneke Zanîngeha Oxfordê, AfD partiya Elman a herî çalak bûye li ser twitterê.

**** Demokratische Grundordnung: Nîzama xwe disipêre destûra bingehîn a federal e.

***** Sermeselê, hevseroka partiyê ya berê Frauke Petry doza li ser sînor bikaranîna sîlehan li dijî penaberan kiribû. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.