Zilamek ji xwe re li peravên Cornwall ên Ingilîstanê dimeşiya gava ku wî li hemberê xwe di behrê de keştiyeke bar li hewayê dît. Wî -David Morris- wêneyên wê girtin. Lê esas di rastiyê de wêneyên wî tenê îlûzyonekê, xapandina çavên mirovan nîşan didin. Ji vê yekê re “superior mirage” yanî "Leylana li jor" tê gotin. Lê axir keştiyeke bar a evqasî mezin jî çavan baş dixapîne.
NAVENDA NÛÇEYAN