Gelê Siwêdayê li berxwe dide
Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 03:05
Hevseroka TEV-DEM'ê Remziye Mihemed têkildarî êrîşên li dijî Durziyan û helwesta HTŞ'ê wiha got:"Em bawer dikin ku ji tirs û koçberiyê zêdetir dê gelên Sûriyeyê bêtir hevgirtin û berxwedana hevpar xurt bike û dê bêtir li dijî van êrîş û êrîşkaran bibin yek."
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şerê li Siwêdayê û êrişên Îsraîlê yên li ser Şamê de ji 13'ê Tîrmehê heta 19'ê Tîrmehê 940 kes hatine kuştin. Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed jî têkildarî geşedanên li Sûriye, Siwêdayê nirxandinên girîng kirin
Bi dehan komkujî pêk hatin
Remzime Mihemed ewil bal kişand ser sedema zêdebûna êrîşên HTŞ'ê yên li dijî durziyan û wiha got: “Bi taybetî piştî rejîma Baas'ê çû û li şûna wê HTŞ hat ser hikûmetê û bi demkî dimeşîne, êrîşên bi vî rengî dem bi dem dewam dikin. Roj bi roj ev êrîş zêde dibin. Beriya van êrîşan li bajarên Lazkyê û Beravê êrişên li ser elewiyan hebûn. Bi dehan komkujî pêk hatin. Malbat ji kokê ve hatin kuştin. Ciwan li pêş çavê dayikan kuştin. Kiryarên hovane li ser civakan kirin.”
Gelê Siwêdayê li berxwe dide
Remziye Mihemed da zanîn ku li bajarê Sweida heta niha pergala wekî Rêveberiya Xweser ava kirine û wiha axivî: “Bi tevlêbûna hemû pêkhateyan li herêmê Xweseriya diparêzin. Meclisên xwe ava kirine. Parastina bajarên xwe dikin. Niha jî li dijî pergala HTŞ'ê radiwestin. Ji ber pergala hikûmetê ya bi vê tarzê qebûl nekirin, êrîşên bi vî rengî li ser wan zêde bûne. Li aliyekî êrîş zêde dibin, li aliyê din gelê Siwêdayê berxwedanek mezin nîşan dide.
Hevkariya HTŞ û DAIŞ'ê
Remziye Mihemed li ser têkiliya HTŞ û DAIŞ'ê jî rawestiya û got: “Hevkariya DAIŞ û HTŞ'ê li pêş çav in. Diyar in. Tiştekî veşarî tune ye. Rengê HTŞ'ê û hem jî siyaseta wê siyasta DAIŞ'ê ye.”
Remziye Mihemed bal bir ser yekîtiyê û wiha got:"Em bawer dikin ku ji tirs û koçberiyê zêdetir dê gelên Sûriyeyê bêtir hevgirtin û berxwedana hevpar xurt bike û dê bêtir li dijî van êrîş û êrîşkaran bibin yek."
AW/MEHMET ALÎ ERTAŞ