Gelê Başûr, bi biryar e!

Nûçeyên Forum

Sêşem 1 Îlon 2020 - 16:05

  • Hebûn û şerê gerîla ji bo her çar parçeyê Kurdistanê, temînata nasname û hêza azadiyê ye.

Adar Şaman

Hebûn û şerê gerîla ji bo her çar parçeyê Kurdistanê, temînata nasname û hêza azadiyê ye. Berxwedana Heftenînê û sekna gelê Başûr ev rastiya heyî hîn baştir derxist hole. Dewleta Tirk, piştî dagirkirina Efrînê, Girê Sîpî û Serêkaniyê niha jî dixwaze parçeyek xaka Başûrê Kurdîstanê dagir bike. Pîlanê dagirkeriyê, yên vê carê ji yên berê gelekî cûdatir tê birêvebirin. Cihê ku dagir dike pîlan ew e ku lê bi cî bibe. Ev pîlanê dagirkeriyê, li ser axa Başûr tê wateya ku parçeyek ji Başûrê Kurdîstanê bi destdirêjiya faşîzma tirk bê parçekirin. Metirsî heye ku Başûr di nava hêzên dagirker de bê parkirin û destketiyên mane jî ji holê bên rakirin.
Gelê Başûrê Kurdistanê, li hember dagirkeriyê pir ciddî û bi biryar e. Pêvajoya dagirkeriyê ji hêla gel ve baş hatiye famkirin, ji bo wê jî bi lez tevdigere. Ya rastî gel ev pêvajo ji hikûmeta herêma Kurdîstanê baştir famkiriye û li hember zilmê li ser piya ye. Tevgera gel, wê bibe sedema guhertinên nû. Gel dizane siberoj tarî ye, û ji bo wê jî li hember dagirkeriyê rabûye serhildanê. Di ronahiya çavên ciwanên Başûrê Kurdîstanê de, li hember dagirkeriyê hêrseke gelekî mezin tê dîtin. Xuya ye ku wê ciwan û gelê Başûr, textê desthilata herêma Başûr bihejînin. Wê ev ruh, li seranserê Kurdîstanê berbelav bibe. Wê ev ruh, bi xwe re şehnazî, serfirazî û destketiyên nû bîne. Wê ev ruh, hêza yekîtiya neteweyî geş bike û rê li hewldanên xiyanetkariyê bigre.
Destketiyên Başûrê Kurdîstanê bi ked û berdêlên gel ên giranbiha hatin bidestxistin. Lê îro, bi desteka desthilata herêma Başûr, ev destkeftî yek bi yek ji destê gel diçin, ango tên dagirkirin. Lowa ev ne xema desthilata herêma Başûr e. Derdê desthilatdariyê, ne parastina nirx û destkeftiyan e, derdê wê parastina “textê wê û xanedaniya wê ye.” Ji bo ku hêj baştir bê famkirin divê ya pêwist bê gotin. Ew jî ev e: Başûrê Kurdistanê bi hişmendiya bavikan tê birêvebirin. Aqlê nêr serdest e! Aqlê paşverû ji kîs xelkê ye! Aqlê desthilata Başûrê Kurdistanê ji kîs xelkê ye, ne ji kîs xwe ye. Lê dema mirov li rewşê temaşe dike, em dibînîn ku textê serweriya bav û kuran bi bahoza gel rakiriye ji binî ve diheje. Ji ling û mil bûye. Ev desthilata li ber ketinê, vê carê êdî zehmet e ku xwe rizgar bike. Ji ber ku gel ji vê desthilatê gelekî bêzar bûye û ji destê wê şepirze bûye. Vê gavê rewşa desthilata Başûrê Kurdistanê li ber belavbûn û çûyînê ye. Polîtîkayên dimeşîne dê bike ku dawî li vê desthilatê were ku di xizmeta dagirkeriyê de ye. Welê xuya ye ku wê hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê, bi destê xwe dê dawiya xwe bîne. Ya rastî êdî, ti giranbûna hikûmet û Parlamantoya Başûrê Kurdîstanê nehiştine û bê wate kirine. Polîtîkaya ku dagirkeriyê destek û bi hêz dike, bi hevkariya bi dijmin re dimeşîne. Ev polîtîka li dijî vîna gelê Başûrê Kurdîstanê ye, xwe teslîmî dagirkeran dike. Êdî, ne gengaz e ku ev desthilat rêya çareseriyê biafirîne. Ji ber ku sedema qeyranên heyî hemûyan, ev desthilat û encama siyaseta sersarî û hevkariya wê ya bi hêzên mêhtingeh re ye.
Lê heçî dagirker in, pîlanên xwe li ser tevahî gelê Kurd û destketiyên her çar parçên Kurdistanê dimeşînin. Dagirker nabêjin ev Kurdên Bakur in, ev yên Başûr in, an jî ev yên Rojava ne. Ji bo hêzên mêhtingeh, Kurd her Kurd e, û pêwîst e ku bê qirkirin. Konsepta qirkirinê ji bo tevahî parçeyên Kurdistanê tê meşandin û nirxên gelê Kurd ji holê tên rakirin. îro qirkirina herî mezin li ser çanda civaka Kurd pêk tê. Hebûna gelekî dikin hedef. Hêzên mêhtingeh ji bo ku encam bigrin, ji her hêlê ve êrîş dikin. Bi şerê teybet dixwazin çand, hebûn û civaka Kurd tine bikin. Çanda destavêtinê, parçeyek ji vî pîlanê qirkirinê ye.
Rewşa Başûrê Kurdistanê ya halê hazir, pir nêzî rewşa 2014’an a dema ku DAÎŞ’ê êrişî Şengal, Mexmûr û Hewlêrê kir û bi hewara gelê Başûr ve gerîla çû, ev pêvajo dişibe wê. Niha jî Başûr, di heman rewşê de ye. Gelê Kurd, êşa Şengal û Mexmûrê ji bîr nekiriye. Birîna 3’ê Tebaxê hîn taze ye, û nehatiye jibîrkirin. DAÎŞ’ê, Şengal jî di nav de êrişî gelek jîngehên herêma Başûrê Kurdîstanê kir. Di wê demê de jî desthilata Başûr gel neparast û bajarên mezin wekî Hewlêr û Dihokê bê parastin man. Piştî ku gerila, bi hewara gel ve çû, hevsengiya li herêmê guherî. Niha, dîsa bendewariya gel ji gerîla heye û xwe bi hêza berxwedana gerîla girtiye. Şêniyên Zaxo, ev yek eşkere gotin “Eger ne ji hêza berxwedana gerîla baya vêga me, ji ber êrişên arteşa tirk bajar berdabû. Lê yên ku me diparêzin û mayîna me ya li bajêr, b berxwedan û hebûna gerîla ye. Qeyrana aborî û gendelî ne bes bû, îca dagirkeriya tirk ji me kêm bû.”
Weke ku gelê Zaxo jî dibêje; gerîla di dîroka van 36 salan de ruhekî nû, vîneke ji pola, têkoşîneke nû, zanisteke nû, rexistinbûyîneke nû, şer û çanda berxwedanek nû da gelê Kurdistanê. Gelê Kurd, bi vî ruhî û felsefeya jiyana azad têdikoşê û wê bibe kirdeya şerê gelê ŞOREŞGERÎ...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.