Gel û QSD şoreşê misoger dikin
Pêncşem 16 Çile 2025 - 02:50
Rojnameger Zinar Cafer, geşedanên dawî yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji Ajansa Welat re nirxand. Zinar Cafer anî ziman ku li herêmê Tirkiye û SMOya girêdayî wê sûcên şer dikin û êrîşên xwe piranî dibin ser herêma Tişrîn û Qereqozaqê. Zinar Cafer, diyar kir ku li wan herêman HSD, YPJ, YPG û Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê berxwedaneke mezin didin û got:“Ev berxwedan ji bo gel jî peyameke ku li Tişrînê destan tê nivîsandin. Gel jî piştgiriya vê berxwedanê dike û li pişt şervanên xwe disekine. Gel û şervanan biryar dane ku wê bi hev re vê şoreşê, vê destkeftinê biparêzin. Piştgiriya gel moraleke mezin dide şervanan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve destnîşan dikin ku ew ê li ser esasê Netewa Demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêşî wan kiriye, bigihijin azadiya xwe. Wê ji niha û pê ve jî vê fikra netewa demokratîk mîsoger bikin. Çi dema ku şer giran bû, gel bi xwe dest bi çalakiyan dike û li hemberî êrîşan dibin mertal. Kesên ku nikarin biçin cihên şer, bi rêyên cûda tev li vê berxwedanê dibin. Dayik bi çêkirina xwarinê, ciwanên ku nikaribin şer bikin bi derfetên heyî, bi kar û barên cûda çi ji destê kê bê li dijî van êrîşan dikin. Hemû beşên civakê berê ku serferberî ji hêla Rêveberiya Xweser ve bê îlankirin, di nava seferberiyê de bûn û piştgiriya hêza xwe dikirin.”
Ji bilî serketinê tiştek din nîne
Zinar Cafer, bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara encamxistina şoreşê daye û got:’’Gel, çawa li Tişrînê bûne mertaleke zindî, li ser vê esasê soz jî dane ku yan ew ê bi ser bikevin yan dê bi ser bikevin. Beriya şoreşê digotin ‘yan mirin yan serkeftin’, lê niha dibêjin ‘yan serkeftin yan serkeftin’. Ji bilî serkeftinê êdî gelê vir ti tiştên din qebûl nake. Çi li herêmên dagirkirî dibe çi jî herêmên din, gava gel dikevin di bin kontrola çeteyan de rastiyê îşkence û hovitiyan tên. Lewma dikevin wê ferqê ku fikra netewa demokratîk ji bo wan xelasbûneke. Gihiştine wê rastiyê ku dibêjin ‘QSD rûmeta me ye’.”
Gel bi xwe ava dike
Bi domdarî Zinar Cafer, da zanîn ku ev bi salan e êrîş li ser herêmê heye û anî ziman ku taybetî Tirkiye binsazî û cihên xizmetguzariyê dike hedef. Zinar Cafer, bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got:“Kengî cihek hat hedefgirtin gelê herêmê diçe wir û wê derê dîsa ava dike. Ev jî vê rastiyê derdixîne hole, çiqas êrîş hebin jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî van êrîşan vala derdixîne û bi vê rihê li ber xwe dide. Tevî hemû êrîşan jî pêdiviyên gel qût nebûne û tevî hedefgirtina binesaziyê jî gel bi hev re dîsa saz dike.”
AW/BAZÎD EVREN