Gel li Tişrînê destanan dinivîsin
În 31 Çile 2025 - 03:05
Rojnamevan Egîd Roj ê li Bendava Tişrînê berxwedan gel dişopîne wiha got:"Berxwedaneke mezin ya serdemê tê nivîsandin, qehremaniyeke efsanewî tê binavkirin."
Rojnamevan Egîd Roj ê bi rojane li Bendava Tişrînê berxwedana şervan û gel a li dijî êrişên dagirkeriyê ya Tirk ji nêzîk ve dişopîne, li ser berxwedan, êriş û sûcên dewleta Tirk nirxand.
Gel li Tişrînê destanan dinivîsin
Egîd Roj bal kişand ser berxwedana şervanan û gel ya li Bendava Tişrînê ya tevî hemû êrişan û ev nirxandin kir: “Ev 54 roj in berxwedan li vê herêmê bê navber dewam dike. Şervanên QSD’ê û YPJ’ê li Bendava Tişrînê di çeperên rûmetê de li hemberî çeteyan destanên dîrokî dinivîsînin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 24 roj in ew jî li gel şervanên xwe li Bendava Tişrînê di nobedê de ne û li ber xwe didin. Gel dibêjin; ‘ev av ya me ye, pir ya me ye û bendav ya me ye’ dagirkeriya Tirk dixwaze bi rengekî ne rewa çavkaniya wan a jiyanê dagir bike. Gel li dijî vê di nobedê de ye. Gel tim diyar dike ku li gel şervanên xwe ne. Rê nadin ku dagirkeriya Tirkiye wisa hesan bikeve herêmê wan. Li vir berxwedaneke hevpar a şarvana û gelên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê heye. Berxwedaneke mezin ya serdemê tê nivîsandin, qehremaniyeke efsanewî tê binavkirin. Hem şervan û hem gel bi ruhê gelê yê şoreşgerî destanekê dinivîsînin."
ROJNEWS