Gel hişyar e siyaset di xew de ye

În 15 Îlon 2023 - 16:05

  • Dr. Seevan Saeed: Xêra herî baş a ku Komale û Demokrat piştî bêçekkirinê bikin ew e ku îstîfa bikin. Evê bibe xêreke mezin ji bo xelkê Rojhilatê Kurdistanê yê hişyar û rêya rewşenbîriyê daniye ber xwe.

LUQMAN GULDIVÊ


Dr. Seevan Saeed ê ku li Zanîngeha Shaanxi Normal mamoste ye, li ser hêza seferberiya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û bûyerên vê dawiyê yên bêçekkirinê nirxandin. Seevan Saeed dibêje, xelkê Rojhilatê Kurdistanê hişyar e û rêya rewşenbiriya xwe daye ber xwe, lê partiyên siyasî di vî warî de kêm û qels in. Ew ji bo yekhelwêstiya 6 partiyên Rojhilat, di warê xweşkirina dilê xelkê de erênî dibîne, lê bi ya wî, ev ê ti tesîra diyarker li rewşa siyasî û civakî ya li cihê cih neke.
Ew bêçekkirina partiyên Rojhilatî weke derba dawî ya li van partiyan bikeve dinirxîne û dibêje, piştî wê, ya herî baş ew e ku îstîfa bikin.

Salekê piştî destpêkirina Şoreşa Jin jiyan azadî, rewşa hêza seferberiya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê çi ye?

Niha weke gel, Kurd û ew gelên din ên ne Fars ên di nava Îranê  xwedî potansiyeleke mezin in ku siyasî bibin. Ew di rewşa xwe digihin. Lê belê ev potansiyeke siyasîbûnê gava li rastiya li ser zemîn tê wergerandin, ew zemîn ew waqih ne yekî siyasî ye. Yanî ew ne rastiyeke welê ye ku paşê zorê li rejîmê bike da ku biguhere. Yanî rejîm halê hazir pirr bi hêz e û wiha xuya dike ku guhertina rejîmê tiştekî pirr dûr e.

Lê belê di warê çandî, civakî û rewşenbîrî de xelkê diyar kiriye ku ew ne li gel rejîmê ye, û potansiyeleke seferberiya civakî di vî warî de heye. lê belê ji sedî 5´ê xelkê jî li gel rejîmê bimîne, dîsa bi qeweta tang û top û çerxên çewisandinê, dizane ku ew ê hukmê xwe bimeşîne. ji ber wê yekê mezinbûna potansiyela seferberiya siyasî ya xelkê li îranê ne sedemeke guherandina rejîma li Îranê ne. Destketiya herî mezin a Şoreşa Jin jiyan azadî ew bû ku wê rêyek vekir da ku xelk riya xwe ronî bike, diyar bike ew ne bi dewletê re ne û dixwazin rêyekê ji bo azadiya xwe peyda bikin. Ev yek jî îro roj tercûmeyî rêxistin û çalakiya li warên çand, civak û parastina xwezayê bûye.

6 partiyên siyasî bi beyannameyekê de beramberî rejîma Îranê yekhelwêstiya xwe ragihandin. Tesîra vê ya civakî û siyasî wê çi be?

Herçî meseleya bi hev re hereketkirinê ya ku 6 partiyên ji Rojhilatê Kurdistanê ragihandin, divê mirov hay ji hin tiştan hebe. Yek jê ew e ku didu ji wan esas ne partî ne: Partî Azadî Kurdistan (PAK) a Huseyin Yezdanpenah ê ku ji serokê partiyekê bêhtir weke qeşmerekî ye, ew hîç nîne. Wekî din Sazumanî Xebat heye ya Mela Celal, ew jî partiyeke pirr kevin e lê pirr bêbandor e, ew jî hîç nîne.

Dimînin du Komale û yek ji du Hizbî Demokrat. Ev hatine gel hev û ew jî ji ber naçariyeke pirr mezin e. Li Başûr niha valakirin û bêçekkirina wan dest pê kiriye li Başûr, piştî ku Iraq û Îranê li ser meseleyê li hev kir. Yanî ew neçar man bên cem PJAK. PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê) jî ji ber ku li derfetên rewabûna xwe digere, dilxweş e û dibêje, em bi hev re ne. Ev halê hazir di warê taktîk de ji bo Komale û Hizbî Demokrat baş e ji ber ku derdê wan giran e.

Bi ya min di pratîkê de wê tesîreke mezin neke, lê di nava xelkê de cihê dilxweşiyê ye, ji ber ku dibêjin, 6 partiyên ji Rojhilat dilê wan bi hev re ye.

Ez lazim e li vir bibêjim, cihêtiyeke weke ya di navbera zêr û kevir de ye. Herçî partiyên li derveyî Rojhilatê Kurdistanê ne, ji rastiya xelkê fêm nakin, ji rastiya li ser zemîn û rastiya siyasî fêm nakin. Lê xelk berevajî wan pir xweşik serwext e li rastiya heyî. Yanî Partiyên siyasî nezan in, li nav xelkê mezinî û hişyariyeke pirr mezin heye. Lê belê ez dikarim bibêjim ku hêza partiyan mabe jî hêza seferberkirinê ya her 6 partiyan, li gorî hêviya xelkê li Rojhilatê Kurdistanê pirr kêm e.

Meseleya bêçekkirina partiyên rojhilat û rola desthilata Başûr di vê de gelo tu dikarî binirxînî?

Seevan Saeed

Meseleya bêçekkirinê vedigere heta bi destpêka damezrandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yanî sala 1992´yê. Weke Mucahidînî Xelk ê ku bêçekkirin, şandin Fransa û deverên din û îro li Bulxaristan kampa wan heye. Hingê PDK´ê bêdeng Komele û Demokrat qebûlî xwe kirin ku di kampan de bi cih kirin, çawa ku xelk dibêje, fasûlî xwarin û rûniştin. Dîsa jî sala 2015´an hinekî jî ji ber zexta PJAK´ê dest bi hinek çalakiyên pirr kêm kirin. Dewleta Îranê jî wan weke tehlûke nabîne ya rastî, lê qeweta xwe ya li ser Iraqê bi cih dike û dixwaze hegemonyaya xwe mezin bike. Ji ber vê ev qerar 19´ê Îlonê yan wê pêk were yan jî hêzên artêşa Iraqê wê vê biryarê bi cih bînin. PAK´ê li Pirdê nêzîkî Kerkûkê sîlehên xwe teslîmê PDK´ê kirin. Komale û Demokrat jî li çiyayê Helgurd hebûn, ew jî teslîm bûn. Niha tenê PJAK maye û ew jî hêzên gerîla ne yanî baregeheke wan a sabît nîne.

Di meseleya bêçekkirinê de PDK û YNK jî teslîmî tifaqa di navbera Îran û Iraqê de bûne. Her kesî baş dizanî ew ne dost in. Ew tiştekî erênî ye ku xelk li Başûrê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê ji PDK û YNK´ê ne razî ne. Li aliyê din Komale û demokrat jî nêzîkî sifirê ne. Sala 2012´an li Koyê ez mêvanê wan bûm, min ji wan re got, tişta herî baş hûn bikin li xêra xelkê ew e ku hûn îstîfa bikin, herin li cihekî bibin penaber. Wan ez kirim der.

Niha Komale û Demokrat hêza wan li Skandînavya û Ewrûpayê gelek e, lê serê wan serê salên 70´yî ye. Em dikarin vê rexneyê li PKK´ê jî bikin, lê derdê Komale û Demokrat hezar car xirabtir e. Yanî heger dev ji wan çend sîlehên xwe yên ji xwe bêtesîr jî berdin, werin Ewrûpayê jî bixetin, ew ê li xebata xwe ya niha zêdetir nekin. Şerê hev dikin, bêbernametiyeke mezin a herdu partiyan heye û xizmeta herî mezin a ji bo gelê Kurdistanê ya her du partiyan wê bibe îstîfaya wan. Lewma ew hîç ne serbixwe ne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.