Rejîma tirsê ya bidarvekirinê
Çarşem 22 Cotmeh 2025 - 03:35
- Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem aşkere kir ku di sê salan de Rejîma Îranê 2 hezar û 910 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dar ve kirine. Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ destnîşan kir ku rejîma Îranê di 20 rojên borî de 164 kes bi dar ve kirin.
Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê rejîma Îranê di Îlonê de, li rojhilatê Kurdistanê 47 kes bi dar ve kirin. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mehmud Emîrî Muqedem, bi boneya sêyemîn salvegera qetilkirina Jîna Amînî û destpêkirina serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daneyên darvekirinê yên ji sala 2022’an ve par ve kirin. Li gorî daneyên ku Mehmud Emîrî kom kirine, ji 26’ê Îlona 2022’an ve 2 hezar û 910 kes li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin. Ji van 83 jin, 37 girtiyên siyasî ne û 14 kes jî xwepêşander bûne. Li gorî daneyan 4 ji wan zarok in. Li gorî daneyên Mehmûd Emîrî di xwepêşandanên sala 2022’an de 551 kes hatine kuştin. Ji wan 68 zarok bûn. Li gor daneyan, tenê di dema xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li bajarê Îranê Zeyîdan zêdetirî 104 kes hatine kuştin û 14 ji wan zarok û 4 jî jin bûne.
Meha tebaxê 197 kes
Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ diyar kir ku meha tebaxê 197 kes li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. Kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinan re Na’ di 83’emîn hefteya xwe de li dijî cezayê darvekirinê yên li rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek belav kir. Bi daxuyaniyê hat diyarkirin ku di meha tebaxê de 197 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
38 jin hatin darvekirin
Komîsyona Jinan a Encûmena Nîştimanî ya Parastina Îranê di raporeke xwe de bal kişand daneyên darvekirina jinan a di 9 mehên 2025’an de. Komîsyona Jinan destnîşan kir ku di 9 mehên 2025’an de li rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 175 kes hatine darvekirin. Komîsyonê da zanîn ku ji van 38 kes jin in û ev agahî parve kir:“Ji 30’ê tîrmehê heta 30’ê îlonê 14 jin hatine darvekirin.” Li gor daneyên di salên borî de hejmara jinên ku li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin wiha ye; sala 2022’an 15 jin, sala 2023’an 26 jin, sala 2024’an 34 jin û ji sala 2007’an ta niha jî zêdetirî 300 jin li rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin.
Rejîm bidarvekirinê rewa dibîne
Nivîskar, rojnameger û analîstê polîtîkayê Bahram Rahmanî, têkildarî darvekirinên li Îranê pirsên rojnameya me Xwebûnê bersivandin. Rojnameger Rahmanî destnîşan kir ku di salên dawî de rejîma Îranê ji bo civakê bitirsîne mirovan bi dar ve dike û got: “Ne ji bo cezakirina sûc, ji bo tirsandina civakê mirovan bi dar ve dike. Rejîm darvekirina mirovan kiriye amûra hêzê. Ji ber ku pergala hiqûqê ya Komara Îslamî ya Îranê xwe dispêre şerîatê, cezayê darvekirinê wekî bîrdozî ‘rewa’ dibîne. Rejîm bi înfazên veşarî ku li zindan û kolanan dike, peyama ‘binêrin dewlet dikare hem we bide jiyandin û hem jî dikare we bikuje’ dide. Bi vê tirsê dixwaze mirov her tim qels û sist bin.”
Divê lêpirsîn bê destpêkirin
Bahram Rahmanî bal kişand ser pergala darazê û got:“Rejîm, ji bo hêrsa civakê bitepisîne polîtîkayên tirsê û şokê dixe meriyetê û darvekirinê zêde dike. Serê sibê bi dar ve dikin û medya dewletê di nûçeyên xwe de dibêje ‘encama berxwedanê darvekirin e.’ Piraniya kesên tên darvekirin, kesên belûc, kurd, ahvazî û ereb in. Di 2024’an de herî kêm 975 mirov hatin darvekirin û di 2023yan de herî kêm 853 kes hatin darvekirin. Di 2023yan de ji sedî 20ê darvekirî belûc bûn. Sala 2024an herî kêm 31 jin hatin darvkirin û di heman salê de 108 belûc, 84 kurd hatin darvekirin.’’ Bahram Rahmanî li ser nêzîkatiya saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî got:“Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) her sal rapora darvekirinên Îranê bi raya giştî ya cîhanê re par ve dike. Kampanya taybet a “Stop Executions in Iran” bi rê ve dibe. Li Netewêyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê xebatên lobiyê dikin. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raporên derbarê pergala Îranê parve dike. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) û mekanîzmayên taybet ên NYê, bang dikin ku derbarê rayedarên Îranê lêpirsîn bidin destpêkirin.’’
XWEBÛN/M.ALÎ ERTAŞ