Gava MSD’ê avêt

Kendal CÛDÎ nivîsand —

sêşem 8 îlonê 2020 - 23:00

Girêka Sûriyê ku di sala 2011`an de dest pê kir û tenê gelê Sûriyê qurbanî da, êdî hêdî hêdî gavên ji bo çareserkirina wê têne avêtin. Diyar e ku hêzên hegemon ên cîhanî û di serî de Rûsya û Emerîka li ser nexşerêya nû ya herêmê li hev kirine. Bêguman, ev lihevkirin jî di civîna Qudsê ya sêalî ya Îsraîl-Amerîka-Rûsya de pêk hat.
Lê di dirêjahiya 9 salên şerê Sûriyê de gelo kîjan hêzên opozîsyonê dikaribû ji daxwazên gelê Sûriyê re bibe bersiv û bibe nûnerê wan ê rasteqîn? Bêguman, ji destpêka aloziyê heta niha gelek partî, hêz û komên opozîsyonê qaşo li dijî rejîma Esed çêbûn. Lê bi demeke nedirêj û di encama destwerdana hêzên derve û di serî de dewleta Tirk de, piraniya ew komên opozîsyonê nexasim Itîlafa Sûrî, bûne dûvikê dewleta Tirk û tenê armancên AKP-MHP`ê yên ‘Osmaniya Nû’ pêk anîn.
Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreş di wateya xwe ya rasteqîn de bû. Hêdî hêdî bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Ermen, xiristiyan û Tirkmen, hêza xwe ya leşkerî û siyasî ava kirin. Di oxira vê yekê de, bi hezaran ciwanên xwe dan. Yek ji van berheman jî MSD ango Meclisa Sûriya Demokratîk e ku di sala 2015`an hate avakirin.
MSD`ê hedefa xwe ya stratejîk û sereke wek Sûriyeke demokratîk û nenavendî û parastina yekitiya axa Sûriyê diyar kir. Ji wê demê heta niha MSD`ê, gelek semîner, civîn û kongre ji bo çareseriya aloziya Sûriyê çêkirin. Di heman demê de, nexşerêyek ji bo çareserkirina aloziyê jî pêşkêş kir. MSD`ê bi dirêjahiya salên ku ava bûye, li hemberî tevahiya cîhanê, xwe îsbat kir ku ew tekane hêza muxalif a demokratîk a dûrî nîjadperestiyê ye.
MSD`ê gelek caran bang li hemû hêzên opozîsyonê yên derve û hundir kir ku werin û bi hev re aloziya Sûriyê, bi awayekî siyasî bê leşkerî û bê destwerdana hêzên derve, çareser bikin. Lê mixabin ji ber hêzên opozîsyonê yên derve, bi taybet ku yên girêdayî dewletan in û bi taybet jî dewleta Tirk, ev bang bi cih neanîn. Lê tevî vê yekê jî, MSD`ê rêwîtiya xwe ya komkirina hêzên muxalif ên demokratîk dewam kir.
Di vê çarçoveyê de, li ser vexwendina Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê, di 31`ê Tebaxê de MSD û Partiya Vîna Gel muzakereyek lihevhatinê ku ji gelek xalan pêk tê, îmze kir. MSD`ê bi vê gava xwe ya dîplomatîk a rast û bi serwextî, careke din îsbat kir ku ew hêzeke nîştimanî ya Sûriyê ye û parastina yekitiya axa Sûriyê, di sîstemeke nenavendî de dike.
Belkî heta niha hîna zêdetir Partiya Vîna Gel nehatibe naskirin. Ev partî di sala 2012`an de, ji bermahiyên komunîstên Sûriyê bi serokatiya Qedrî Cemîl li Moskovê hate avakirin. Partî hikumeta Sûriyê ruxset daye wê û xwe wek partiya muxalif a hundirîn bi nav dike. Partî metoda marksîst-lenînîst ji xwe re esas digire û armanca xwe ya sereke jî vegerandina rola komunîstên Sûriyê ye. Her wiha bi navê dîkeya Moskovê ya opozîsyonê beşdarî komîteya destûrê ya bi serpereştiya NY`yê bûye.
Muzakereya MSD û Partiya Vîna Gel ji 5 xalan pêk tê. Sê xalên girîng ku hêja ye mirov li ser bisekine; a yekê naskirina Rêveberiya Xweser wek pêdiviyeke civakî û erêkirina wê, di heman demê de jî nirxandina wê di aliyê pozîtîf û negatîf. Xala duyemîn jî, divê QSD wek hêzeke leşkerî ku teror têk bir, beşdarî nava artêşa Sûriyê bibe. Xala sêyemîn jî, her du alî ji bo sîstemeke nenavendî, wê xebatên hevbeş bikin.
Ji van xalan diyar dibe ku her du aliyên muzakereyê jî, gavên nîştimanî yên bidawîkirina aloziya Sûriyê avêtin. Di heman demê de, muzakere derfet dide ku zemîna yekkirina hêzê û partiyên opozîsyonê yên demokrat ên Sûriyê, dûrî aliyên girêdayî ajandeyên derve û yên radîkal û cîhadîst çêdike.
Ji aliyekî din ve jî, Rûsya bi vê gava xwe hewl dide ku hemû kilîtên çareseriyê yên Sûriyê di aliyê siyasî û leşkerî de bixe destê xwe, nexasim di demekê de ku Emerîka bi hilbijartinên xwe ve mijûl bûye. Lê Rûsya wekî me berê jî gotibû, ji bo guhartinekê li Sûriyê çêke hewcedariya xwe bi Rêveberiya Xweser heye, bêyî wê nikare tu gavan biavêje.
Piştî muzakereyê, 6`ê Îlonê şandeyeke Rûsyayê ya payebilind serdana Şamê kir û 7`ê Îlonê jî wezîrê karê derve yê Rûsyayê piştî ew qas sal, serdana Şamê kir. Ji van serdanan diyar dibe ku Rûsya dixwaze hin guhartinan bike û dê rejîma Esed jî neçar bike ku van guhartinan qebûl bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.