Filman bişînin ji festîvala Şîkagoyê re

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Tebax 2024 - 00:18

Kurdên ku li dîasporayê belav bûne her tim hewl didin çand û nasnameya xwe bi xelkê bidin nasîn. Yek ji an rêyan jî bêguman festîval e. Niha jî Kurdên kul i Şîkagoyê dijîn bi hewldanên Navenda Çanda Kurdî ya Illinoisê “Festîvala Filmên Kurdan a Şikagoyê” li dar dixin. 

Festîvala ku bi dîrektoriya Ridwan Zozanî bi rêve diçe li benda filmên Kurdî ye. Festîvala ku cara yekê ew ê were lidarxistin heya 15’ê vê mehê ango Tebaxê li benda berheman e. Festîval di navbera 2 û 3’ê Mijdarê de tê lidarxistin.

Filmên ku ji bo festîvalê werin şandin divê di navbera 2021 û 2024’an de hatibin hilberandin. Her wiha divê jêrnivîsa wan a bi Ingilîzî jî hebe. Filmên metrajedirêj, kurtefilm û belgefilm ji bo festîvalê tên qebûlkirin. 

CHICAGO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.