Mihrîcana Belgefilman a FîlmAmedê, cara 8’an tê lidarxistin û li Eywana Şanoya Bajêr a Amedê bi nîşandana belgefilma “Zimanê Dayikê” dest pê kir.
Eywana ku belgefilm lê hat nîşandan, bi flamayên mihrîcanê hat xemilandin. Roja yekem a mihrîcanê rastî elaqeyeke mezin hat. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera Partiya Çepa a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş, sînemavan, derhêner û gelek kes tev li mihrîcanê bûn. Ji ber elaqeya zêde cih di salonê de nema û xelk li derve ma.
Di destpêkirina bernameyê de sînemavan Ardîn Dîren bal bire ser keda ji bo mihrîcanê hatiye dayîn û got, “Me piştî salan dîsa dest pê kir, hevalên me bi mehan e xwe diwestînin. Hem ji bo Amedê û hem jî ji bo sînemaya Kurdî gaveke pirr girîng bû. Cih û komeleyên me bi salan ji hela dagirkeran ve hatine desteserkirin, lê em ê bi her awayî hunerê xwe bidomînin û bi paş ve gavê neavêjin.”
Sînemaya azad wê bi ser bikeve
Pişt re derhêner û sînemavan Metîn Ewr axivî û destnîşan kir ku wan ji ber hin hincetan, demekê mihrîcan li dar nexistiye. Ewr anî ziman ku ew îro dîsa bi hevkariya hunerhezên xwe hatine cem gelê xwe û ew ê di van belgefilman de rewşa welatê xwe pirr baş bibînin. Metîn Ewr got; “Dixwazin bi talanê welatê me xera bikin. Sansûrên tên kirin, nîşan didin ka karê me çiqas girîng e. FilmAmed helwêsteke li dijî sansur û talanê ye, li ber xwe dide. Di demên dawî de êrişî Yilmaz Guney dikin, Yilmaz Guney derhênerekî berxwedêr e, di sînemayê de helwêstek e. Ew êrişî nasnameya wî dikin. Lê weke ku Yilmaz Guney jî got, 'çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin’. Çi dibe bila bibe dê sînemaya azad bi ser bikeve.”
Civak rê nade hegemonyaya çandî
Herî dawî Parlamentera Erziromê ya Partiya Çep a Kesk Meral Daniş Beştaş axivî û got, “Sînema û sansur rewşek e ku desthilatdar dev jê bernade. Di vê wateyê de FîlmAmed berxwedaneke pirr girîng e. Qeyûman ne tenê şaredarî desteser kirin, polîtîkayên xwe yên îmha, înkar û asîmîlasyonê jî domandin. Saziyên me hemû desteser kirin. Zextên giran li ziman û çanda me kirin. Zexteke giran ne tenê li ser civaka Kurd, li ser tevahiya qada huner heye. Îro dema ku yek dibêje, 'me nekarî hegemonyaya xwe ya çandî ava bikin', baş dizanin ka çima nekarîn ava bikin. Ev civak rê nade vê yekê. Polîtîkayên xwe yên dijminatiyê çiqasî zêde bikin jî em ê dev ji çand, huner û zimanê xwe bernedin.”
Zimanê dayikê û berxwedana mamosteyan
Piştî axaftinan belgefilma "Zimanê Dayikê" ya ji derhêneriya Sarkew Mesgarî hat nîşandan. Belgefilm, serpêhatiya aktîvîstên civaka sivîl û mamosteyan vedibêje ku hewl didin alîkariya zarok û xwendekarên ku ji mafê xwe yê fêrbûna Kurdî bêpar mane, bikin û wan fêrî zimanê Kurdî bikin.
Herî dawî beşa pirs û bersivan hat lidarxistin û derhênerê belgefilmê pirsên temaşevanan bersivandin. Piştî pirs û bersivan, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz plaket da derhêner Sarkew Mesgarî û roja yekem a mihrîcanê bi vî awayî bi dawî bû.
MA/AMED