Federasyonê dikin tehlûkeyê

Pêncşem 1 Hezîran 2023 - 11:03

  • Bi vê xurtiya biryara hiqûqî, Bexda û hikûmeta Muhammed Şîa el-Sûdanî wê gavên çawa beramberî desthilata li Hewlêrê û li tevahiya Herêmê biavêjin, em ê rojên li pêşiya me bibînin. Tiştekî eşkere heye, aloziya li ser desthilatê ya PDK û YNK´ê statuya Kurdistanê li Iraqê lawaz kir.

Li parêzgehên fermî di binhukmê hikûmeta Hewlêrê de (Herêm) bûyereke wiha qewimî ku mirov dikare êdî bibêje, statuya federe ya “Herêmê” ketiye tehlûkeyê. Dadgeha Federal a Iraqê pêr biryar da ku ti partî û hêza desthilatê nikare mohleta parlamenê dirêj bike û biryarên ji Mijdara 2022´yan û vir ve jî hemû weke neqanûnî ragihandin.

Li gorî qanûnên Iraqê û yên Herêmê, her 4 salan carekê hilbijartina Parlamenê divê bê kirin. Heger hêzên desthilatê yên hikûmeta Hewlêrê - PDK û YNK - hilbijartin bi awayekî neqanûnî bi paş ve nexistana, diviyabû 6’ê Mijdara 2022’yan endamên nû yên parlamena Hewlêrê bihatana hilbijartin.

Axir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 24’ê Sibata 2022’yan bi biryarekê ragihand ku hilbijartin wê 1’ê Cotmeha 2022’yan pêk bên. Lê tiştekî ecêb qewimî û Parlamena Hewlêrê 9’ê Cotmeha 2022’yan, bi xwe temenê xwe heta 31’ê Kanûna 2023’yan dirêj kir.

Bi vê re jî, mohleta desthilatê ya Serokê Hikûmetê Mesrûrû Barzanî, ya Serokê Hermê Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta PDK´ê jî hat dirêjkirin. Bi vê yekê jî esas bi awayekî neqanûnî û ne rewa ew li ser hukim man. 

 

Ne cara pêşî ye

Ev sosret û sosirmeta hanê, ji bo parlamena Hewlêrê ne tiştekî nû bû, parlamena sala 2013’an hatibû hilbijartin jî temenê xwe heta 2018’an dirêj kiribû.

Li ser vê yekê, Nifşê Nû dozek bire Dadgeha Federal a Iraqê ya li Bexdayê. Dadgeha Federal a Iraqê pêr li ser dirêjkirina temenê Parlamena Herêma Kurdistanê daxuyaniyek biryar da ku dirêjkirina temenê Parlamena Hewlêrê ne qanûnî û ne hiqûqî ye.

 

Parlamen pûç bû

Li gorî biryarê piştî temambûna dema qanûnî ya parlamenê, tevahiya biryarên hatine dayîn, neqanûnî ne û betal in. Bi vî awayî di warê qanûnî de Parlamena Hewlêrê bi temamî betal bû.

Li gorî qanûnên federal û Destûra Bingehîn a Iraqê dema hilbijartinê 4 sal in, dirêjkirina wezîfeyê ne rewa ye û betal e.

 

  • Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ji bo ku hilbijartina parlamenê li dar bixe, desthilata li Hewlêrê hişyar kir. Serokê dadgehê Casim Muhammed Abûr got, mohleta wezîfeya parlamenê 4 sal in û ev nayê guhertin. Dadgehê, biryarên ji Mijdara 2022’yan ve parlamena Hewlêrê dane jî, weke neqanûnî ragihandin.

 

Encamên siyasî

Bi vê biryarê re di çarçoveya hiqûqa Iraqê de ti rewabûna Parlamena herêmê nîne. Niha di halê hazir de li gorî qanûnên Iraqê, Parlameneke Hewlêrê nîne, ji ber wê jî di ti danûstandinan de ne muxateb e. Biryarên parlamenê li Iraqê nayê qebûlkirin û li ber çav jî nayê girtin.

Weke encameke siyasî, desthilata li Bexdayê êdî dikare eşkere  Parlamen û Hikûmeta Hewlêrê nas nake.

Di rewşa niha de aloziya li Herêmê, hem ji bo statuya federe ya li Herêmê, hem di asta Iraqê û hem jî di asta navneteweyî de aciziyê çêdike. Nûnera iraqê ya Neteweyên yekbûyî ji xwe ev aciziya hanê eşkere îfade kiribû.

Niha Bexda dikare tevahiya hewldanên PDK´ê û YNK´ê yên bazara li ser dahatan da ku budceyê erê bikin, bi vê biryarê bixe rewşeke aloz. Bi vê xurtiya biryara hiqûqî, Bexda û hikûmeta Muhammed Şîa el-Sûdanî wê gavên çawa beramberî desthilata li Hewlêrê û li tevahiya Herêmê biavêjin, em ê rojên li pêşiya me bibînin. Tiştekî eşkere heye, aloziya li ser desthilatê ya PDK û YNK´ê statuya Kurdistanê li Iraqê lawaz kir.

 

Biryarên betal ên Hewlêrê

Parlamena Hewlêrê piştî dirêjkirina dema wezîfeya xwe ev biryarên li jêr dabûn û qanûnên li jêr derxistibûn, ku niha betal in:

  • Yasaya hejmara 13 a sala 2022’yan yasaya perwerde û fêrkirinê ya li Herêma Kurdistan-Iraq
  • Yasaya hejmara 14 a sala 2022’yan yasaya rêxistina nêzîkatiya li gel lawir xwemalî û gerok
  • Yasaya hejmara 15 a sala 2022’yan yasaya bicihkirin û sererastkirina yasaya îmzeyên elektironîk û danûstandina elektronîk a hejmara 78’an a sala 2012’yan a li Herêma Kurdistan-Iraq
  • Yasaya hejmara 16 a sala 2022’yan sererastkirina yasaya bicihanîna hiqûqa birêveberiya ewqaf a Iraqê ya hejmra 64’an a sala 1966’an ku hatiye guherîn li Herêma Kurdistan-Iraq
  • Yasaya hejmara 17 a sala 2022’yan zagona hejmara 14’an a sala 2008’an a sererastkirina yekem a yasaya meclîsa Herêma Kurdistan-Iraq
  • Biryara hejmara 10 a li ser aktîvkirina komîsyona hilbijartin û anketên li herêma Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.