Lehengê nemir: Bakur Cîlo

Sêşem 8 Nîsan 2025 - 02:45

Ciwanên Kurd hê zarok lorînên xweragirî û berxwedanê ya dijî dagirkerî û parastina welatê xwe di guhê wan de tên lorandin. Yek ji van zarokan jî li Başûrê Kurdistanê çavê xwe li xwezaya Kurdistanê vekirî, piştre li Bakurê Kelha Berxwedanê dibe bazê aştiyê û li Rojavayê welat bi lehengî şehîd dikeve Fermandar Bakur Cîlo ye.

Bakur Cîlo (Brûsk Cemal Sebir) sala 1984’an li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Bavê Bakur Cîlo li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şehîd bû. Kekê wî jî li Zagrosan weke gerîla şehîd bû.Ji ber ku têkiliya malbata wî bi tevgerên şoreşgerî re hebûn, di zarokatiyê de hestê welatparêzî û heskirina welat di nava dilê wî de cih dibe.

Bakur Cîlo di temenekî ciwan di sala 1997’an de tevlî nava refên PKK’ê bû, li çar parçeyên Kurdistanê şer kir. Di wî temenê biçûk de dizane jiyana rast û fedkearî bi ruhê Rêber Apo û xwîna şehîdan tê afirandin, ji bo wê dikeve nava hewldanan û di vê rêyê de xwêdan û xwînê dirijîne.

Ewqasî bandora Enfalê li ser hebû her demê dilê wî yê tolhildanê tije kîn bû. Hestê tolhildanê yê ciwanên Başûr hebû. Nedixwest serî li ber vî sûcî bitewîne û bêhelwestî li ser ciwanên Başûr bê ferzkirin. Çawa ku sod dabû, nirx û pîvanên netewî biparêze. Li ser vê yekê êdî hêdî hêdî rastiya Rêbertiyê dinasî ketibû pey rastiyan û bi xwe gotibû; ‘Ya vekirî rastiya Gelê Başûr e, ya dixuye rastî ye.’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan li ser şehîd Bakur Cîlo vê dibêje; “Şehîd Bakur xwe weke zarokê partiyê dizanî. Zîrek bû. Hevalan tevahî pir hez jê digirtin. Xwedî taybetmendiyeke welê bû dizanî bê ka çawa cihê xwe di nava dilê hevalan de çêbike. Tiştek nebû ku xirab bike, yan tine bike yan jî têk bide. Tişta ji destê dihat dikir. Afrêner bû. Xwedî kêrhatiyeke avakar bû. Ev taybetmendiyên wî yên kifş bûn. Bi aktîf tevlî nava kar û xebatê dibû. Me demekê bi hev re kar kir. Şehîd Bakur tevlî gelek perwerdeyan bibû. Fêrî rastiya Rêbertî û têkoşîna tevgera me bibû. Heskirineke zêde ya wî ya ji bo şer hebû.”

Piştî perwerdeya fikrî û bîrdozî yên li çiyayên Bakur û Başûr. Bi zêdebûna metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê û êrişên çeteyên DAIŞ’ê. Şehîd Bakur li sala 2012’an derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û tevlî şoreşa Rojava dibe.

Weke fermandareke yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tevlî şerê lehengî yê parastina rûmeta gelê Kurd ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê dibe. Di sala 2013’an de hat taxa Şêxmeqsûdê ku di bin êrîşa çeteyên dewleta Tirk de bû. Li vê derê fermandarî ji hêzên Cephet El Ekrad re kir ku ji Ereb, Kurd û Tirkmenan pêk dihat. Di demeke kurt de bi jiyan û şerê xwe li nava şêniyên taxê bû motîvasyona berxwedanê. Çeteyên dewleta Tirk di 4’ê Nîsana 2016’an de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê dest bi êrişê kirin.

Di encama vê êrişê de Bakur Cîlo û komek hevrêyên xwe di encama berxwedana li dijî van êrişan de roja 7’ê Nîsana 2016’an şehîd dikeve.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.