Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir

Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:15

Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir, nêzî 12 seatan di emeliyatê de ma. Piştî emeliyatê ew derxistin serwîsa linihêrîna awarte. Rewşa Sirri Sureyya Onder a xeternak dewam kir.

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kir. Li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya li Stenbolê ew hildan emeliyatê. Hat zanîn ku damarê aortê yê Onder qetiyaye û lewma hat emeliyatkirin. Hat diyarkirin ku nêzî 12 seatan di emeliyatê de maye. Piştî emeliyatê ew derxistin serwîsa linihêrîna awarte. Hat zanîn ku rewşa wî ya xeternak dewam kir.

Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tulay Hatîmoglari, Tuncer Bakirhan, Berdevka partiyê Aysegul Dogan û parlamenterên DEM Partiyê li ber nexweşxaneyê rewşa Onder şopandin û mêvanên xwe pêşwazî kirin. Her wiha gelek nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl jî li nexweşxaneyê ne. Heta niha gelek kesan serdana nexweşxaneyê dikin û ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê rewşa Onder dipirsin. Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MÎT) a Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî ji bo li rewşa Sirri Sureyya Onder bipirse çû nexweşxaneyê.

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.