Daxuyaniya li ser 'sûîqesta li dijî Onder'

În 9 Gulan 2025 - 02:45

DEM Partiyê piştî weşandina nûçeyên li ser 'sûîqesta li hemberî Sirri Sureyya Onder' daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Di encama lêkolînê de li pişt lastîkê aliyê çepê xefikek tûj a ji hesin hate tespîtkirin ku dikarîbû lastîk biteqîne."

Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê got, "Di hin saziyên çapemenî û weşanê de nûçe hatin weşandin ku tê de gotin, li hemberî Endamê Heyeta Îmraliyê û Serokwekîlê me yê Meclîsê Sirri Sureyya Onder sûîqest hatiye kirin. Lewma pêwîstî pê hate dîtin ku daxuyaniyek were dayin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "2'ê Nîsanê wezîfedarê otoparkê dema ku wesayita Sirri Sureyya Onder diajot, ji dengê ji lastîkên wesayitê hat kete nava gumanan û wesayit bir servîsê. Di encama lêkolînê de li pişt lastîkê aliyê çepê xefikek tûj a ji hesin hate tespîtkirin ku dikarîbû lastîk biteqîne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Onder ev bûyer ji desteyên partiyê re ragihand û lêkolîn û nirxandinên pêwîst hatin kirin. Bûyer û delîlên pêwendîdar ji meqamên fermî re hatin ragihandin. Hem partiya me hem jî Birêz Onder mijar ji nêz ve şopandin. Ji ber hesasiyeta lêkolînê bûyer ji raya giştî re nehate ragihandin. Têkildarî lêkolîn û lêpirsînê hîn encameke şênber negihîştiye aliyê me."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.