Onder li Torontoyê hate bîranîn

Pêncşem 8 Gulan 2025 - 02:40

Sirri Sureyya Onder li Kanadayê hate bîranîn. Civîna bîranînê ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Kanadayê ve hate lidarxistin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Destpêkê peyama Rêber Apo ya ku ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder şandibû hate xwendin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê Kadrî Ertûgrûl li bîranînê axivî û got:"Em ji vê derê sozê didin hevrêyê xwe; em ê aştiya ku tu bi hesreta wê bû teqez pêk bînin." Di bîranînê de ji bo Onder û şehîdên Kurdistanê ji dua hatin xwendin û piştre sînevîzyonek li ser jiyana Sirri Sureyya Onder hate nîşandan. Serdanên li bîranînê heta êvarê dewam kirin.

ANF/TORONTO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.