Em ê ji bo xeyala wî bixebitin
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:40
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayyîp Temel behsa têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureya Onder kir. Temel anî ziman ku ew qaneh nebûne ku Onder ne di nav wan de ye û got ku ji lew re bi hebûna xwe bawerî dida. Temel anî ziman ku Onder xwedî qabîliyeteke ku pirsgirêkan zûzû û bi civakîbûnê çareser bike û got ku ji ber vê partiya me wekî windahiyeke ku şûna wê nayê dagirtin pênase dike. Temel destnîşan kir ku Onder pirgsirêkên civakê bêyî guh bide berjewendiyên takekesî wekî pirsgirêkên xwe dîtine û got:"Tekane xema wî ew bû ku digot madem siyasetê dikim, eger ez pêşî li mirina ciwanekî kurd û tirk bigirim watedar e. Ya herî girîng jî, kî bindest bûya li cem wan bû. Lewma tevî hemû êrişan jî li cem kurdan cih girt. Ne kurd bû. Lê Sirri Sureyya Onder gotibû, 'Heya kurd azad bibin, ez kurd im.' Digot, 'Heya kedxwariya li ser kedkar û karkeran bidome, ez karker im.' Bi ya min ev taybetmendiyeke gelekî girîng e."
Heqîqet di Ocalan de dît
Temel bal kişand ser têkiliya Onder ya bi RêberAPO re jî û got: "Ya herî girîng jî pêwendiya wî ya taybet a bi birêz Ocalan re ye. Ji ber ku cihgirtina li cem birêz Ocalan, ji bo kesekî ne kurd qadeke rîsk e. Yanî hevrêtiyeke eşkere ne hêsan e. Lê gava Sirri Sureyya Onder cara ewil di sala 2013'an de çû wir, vê rêyê wekî rêya rizgariya gelan dît. Xeyaleke wî ya Tirkiyeyeke Demokratîk, Komareke Demokratîk hebû. Vê heqîqetê jî di paradîgmaya birêz Ocalan de dît. Me ev pir pê re nîqaş kir."
Temel bal kişand ser peyama Rêber APO ya ji bo Onder jî û got: "A rast di wir de, pênaseya hevrêtiyekê, kesayeteke xema civakê hilgirtiye heye. Gava em van tiştan hemûyan bînin cem hev, belê windahiyeke cihê wî nayê dagirtin. Lê em soz didin di rêya ku wî vekiriye û rêya aştiyê de bi biryardarî bimeşin. Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin."
MA/STENBOL