Em ê têkoşîna Sirri bidomînin

Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:10

Ayla Akat Ata anî ziman ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder bidomînin û got: "Sirri jî xwedî îdia bû, xemên wî ji bo jiyanê hebûn. Belkî ya herî zêde me anî cem hev jî, rewşa pevçûnî ya li welêt û şerê li welêt bû."

Ji bo Endamê Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ê ku di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku li Stenbolê lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da û di 4'ê Gulanê de hat oxirkirin, bi taybetî li Stenbolê ji bo  wî li gelek navendan sersaxî hatin lidarxistin.

 Ji hemû beşên civakê û siyasetê gel serdana sersaxiyê kirin. Siyasetmedar Ayla Akat Ata ku di nava kesên ku serdanên sersaxiyê qebûl kirin de cih girt, têkildarî têkoşîna Sirri Sureyya Onder ku di pêvajoya sala 2013’an de bi wî re xebitîbû, axivî.

 Ayla Akat Ata anî ziman ku di navbera salên 2011-2013'an de bi hev re xebitîne û wiha got: "Wê dema xebatê ji bo me hînker bû. Ji nêz ve firsend da me ku em wî nas bikin. Nasnameyeke girîng; rêhevalekî xwedî şêwazeke cuda, nêrîna li jiyanê bû. Îdiayeke me hemûyan hebû ji bo şîrovekirina jiyanê. Sirri jî xwedî îdia bû, xemên wî ji bo jiyanê hebûn. Belkî ya herî zêde me anî cem hev jî, rewşa pevçûnî ya li welêt û şerê li welêt bû. Di têkoşîna ji bo aştiyê de, gava em li ser Maseya Destûra Bingehîn rûniştin, me pirsî ku dê peymana civakî çawa pêk bê. Me di her sernavî de ji welatîbûna wekhev heya perwerdehiya bi zimanê zikmakî de me ev yek nirxand. Hevalê me rêya xwe ya bi çûna giravê domand û her hevdîtin gelek tişt lê zêde kirin. Wî jî li me û civakê zêde kir." Ayla Akat Ata anî ziman ku têkoşîna Onder wesiyet e û got ku ew ê têkoşîna aştiyê ya Sirri Sureyya Onder bidomînin.  

MA / YEŞÎM TUKEL /STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.