Sirri bû deng û wijdanê hevpar
În 9 Gulan 2025 - 03:15
ROZA METÎNA / AMED
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar diyar kir ku Sirri Sureya Onder peywireke girîng a aştiyê hilgirt ser milê xwe û wiha got:" Wî bi têkiliyên ku bi dînamîkên civakî yên cuda re danî, tovên aştiyê li ser vê axê çand û bû deng û wijdanê hevpar ê gelan."
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir. Bi hezaran kesî bi dirûşma "Qasidê Aştiyê" Sirri Sureyya Onder oxir kirin. Ji bo Sirri Sureyya Onder, li Hêwana Cemal Reşît Re şîn hat danîn.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rola Sirri Sureyya Onder a di aştiyê de nirxandin kir. Arîfe Çinar got:"Gel ji bo Sirri Sureyya Onder ji Taksîmê heta Leventê meşiya û dirûşmeyên aştiyê berz kirin, ev meş meşek aştiyê bû. "
Sirri bû deng û wijdanê hevpar
Arîfe Çinar bi lêv kir ku Sirri Sureya Onder peywireke girîng a aştiyê hilgirt ser milê xwe û wiha got:"Hevrêyê me Sirrı Sureyya Onder ji sala 2013'yan vir ve yek ji hilgirên herî girîng ên pêvajoya aştiyê ye. Ew her tim bi dil, gotin û pratîka xwe ji bo aştiyê xebitiye. Wekî kedkarekî aştiyê, wî bi hemû beşên civakê re diyalog danî. Bêyî ku dev jê berde û biweste, ev berpirsiyariya giran a vê sedsalê hilgirt ser xwe. Wî bi têkiliyên ku bi dînamîkên civakî yên cuda re danî, tovên aştiyê li ser vê axê çand û bû deng û wijdanê hevpar ê gelan."
Bi zimanê aştiyê diaxivî
Arîfe Çinar diyar kir ku Sirri Sureyya Onder her tim ji bo aştiyeke hevpar li berxwe daye û wiha pê de çû:"Sirri Sureya Onder, bi beşdarbûna di Komîteya Îmraliyê de, bi israr û wêrekî ji gelê Tirkiyeyê re got ku aştî dê çi bîne ser vê axê û çi pêşerojê pêşkêş dike. Ev yek ji gel re rave kir. Gelên li Tirkiyeyê di dîrokê de nekarîne di nava xwe de aştiyê ava bikin; hişê dewletê her tim gel kirine dijminên hev. Hêrs, nefret û cudakarî bûne zimanê van polîtîkayan. Lê hevalê Sirri ji bo rakirina vê hêrs û nefretê ya ji dilê gelan, têkoşiya. Bi zimanê jiyana hevpar, wekhevî û aştiyê diaxivî."
Di rêya aştiyê roleke girîng lîst
Arîfe Çinar bal bir ser rola Sirri Sureyya Onder a di aştiyê de û wiha got:"Sirri Sureyya Onder rastiya têkoşîna gelê Kurd, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hebûna mirovan a li ser bingeha wekheviyê bi civakê re parve kir. Her tim diyar dikir ku di nav şert û mercên wekhev de bi komara demokratîk re, jiyana hevbeş a gelê Kurd pêkan e. Em dikarin bibêjin di rêya aştiyê de hevalê Sirri roleke girîng lîst. Gel ji bo Sirri Sureyya Onder ji Taksîmê heta Leventê meşiya û dirûşmeyên aştiyê berz kirin, ev meş meşek aştiyê bû. "
Berpirsiyariya xwe bi cih bînin
Arîfe Çinar li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha got:"Sirri Sureyya Onder ji bo banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, kedeke mezin da. Divê em hemû kes berpirsiyariya xwe ya di vî warî de bi cih bînin. Eger rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin, divê hemû beşên cuda berpirsiyariya vê bangê bigirin ser xwe û ev derfeta sedsalî divê ji bo gelan, bê nirxandin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan were rakirin û deriyên aştiyê, fireh werin vekirin. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê li gorî îradeya xwe di şert û mercên wekhev de bijîn, divê rêziknameya pêwîst a destûrî were çêkirin. Her gavek ku were avêtin guhertina zîhniyetê û demokratîkbûnek e. Wê demê ku gelên Tirkiyeyê dikarin jiyanek bi hev re bihonin."
Avakarina şertên jiyana bi hev re
Arîfe Çinar da zanîn ku divê şertên jiyaneke hevpar bên avakirin û wiha bi dawî kir:"Birêz Ocalan ji sala 1993'yan vir ve banga aştiyê dike. Polîtîkayên şer ên ku bi hişmendiya dewletek yekperest hatine hilberandin, pirsgirêkên ku sedsalek e têne jiyîn kûrtir kirine, ji bo ku sedsalek din badilhewa neçe, divê her beşek ji civakê vê berpirsiyariyê bigire ser xwe û şert û mercên jiyana bi hev re biafirîne."