Em ê alaya Onder bilind bikin

În 9 Gulan 2025 - 03:35

Serokwekîlê Meclisê yê DEM Partî û endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema Onder li nexweşxaneyê gelek derdorên cuda hatin serdanê û xwedî lê derketin. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş ku bi wî re xebitiye, diyar kir ku sedema hezkirin û rêzgirtina Onder ev e ku dilê wî mişt hezkirin bûye û awayê derbirîna wî û nansameya wî ya aştiyê bûye. Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku ew di demên cuda de bi hev re xebitîne û wiha got:"Serok Sirri mirovekî pir baş bû û ev qencî nabe nesîbê her kesî. Mişt hezkirin bû û awayê derbirîna wî pir cuda bû. Onder gava hêrsa xwe dida der jî bi awayekî estetîk dida der. Tişta digot zelal bû. Jidilbûna wî bawerî dida her kesî. Bi rastî jî şûna wî nayê dagirtin. Kesên beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn tenê ji bo wî birêkirin nehatin. Di heman demê de soza aştiyê jî dane. Ji ber ku bêrîkirina gel a ji bo aştiyê bi têkoşîna Onder re bûbû yek, ewqas xwedî lê hat derketin. Aştî, xwesteka herî mezin a Onder bû. Em jî mecbûr in vê aştiyê pêk bînin. Êdî sedsaleke ku Tirkiye winda bike tune ye." 

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî got:"Baweriya wî ya bi aştiyê û têkoşîna wî ya di vî warî de bêhempa ye. Lewma mirov çi qasî bêje jî wê nikaribe tam behsa têkoşerî, berxwedêrî û helwesta Kekê Sirri bike. A rast li nexweşxaneyê jî vê berxwedêriya xwe da der. Heya roja hat definkirin jî ji bo avakirina aştiyê li ber xwe da. Bi deh hezaran kes li wir xwedî lê derketin û ji bo wî meşiyan. Ev nîşan dide ku pê pêdiviya vî welatî çi qasî bi aştiyê heye. Kekê Sirri bi her awayî ji bo aştiyê xebitî. Soza me ya ji bo Sirri Sureyya Onder ew e ku em aştiyeke birûmet bînin vê xakê. Erka me ye ku em alaya wî di asta herî jor de bilind bikin."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.