Ewkê û ewkoyên Orokê

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Adar 2021 - 01:04

  • Romana 'Orok' a H. Kovan Baqî ku ji Weşanên Lîsê derket, û roman du pirtûkan dihewîne.

Abdurrahman Gok ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) li ser romana Orok a H.Kovan Baqî nivîsiye. Ew dibêje, "Romana 'Orok' a H. Kovan Baqî ji Weşanên Lîsê derket, û roman du pirtûkan dihewîne. Pirtûka yekem "Sî’bera Zeyno" ye. Ev pirtûk di 2017'an de ji hêla Weşanên J&J’yê ve hatibû çapkirin. Nivîskar weke berdewamiyê, "Sîya Gotinê" nivîsî û di Orok’ê de cih da van herdu pirtûkan. "

Ew xwendevanan hişyar jî dike: "Xwendevanên ku cara destpêkê dê deriyê zimanê nivîskar H. Kovan Baqî veke, dibe di hevoka destpêkê de devê wî li hev bikeve û ji xwendina xwe ya Kurdî şikê bike! Piştî çend rûpelan, weke xaçepirsekê ji hev veçirîne dê tehmê ji xwendinê bike. Min berê "Dîfferance" û "Bêexlaq" a nivîskar xwendibû û hinekî hay ji şêweyê zimanê nivîskar hebûm. Lê "Orok" bi lîstika peyvan derketiye asteke din û bi ya min, di ser xwe re ye. Ne tenê bi zimanê xwe yê taybet, her wiha bi dane, navdar û bûyerên dîrokî û mitolojîk, xwendevanan di labîrenta ziman û zemên de digerîne û digerîne; heya ku wî mest dike:
Hêêê, lêlo, bînerên mihûz û birçî;  Kefren û Kefr’an, Artemîs û Arêtemîz, Îlûna û Anûlîlî, Epîkur û Ê’porrkurr, Medûsa û Medûza, Hûmbaba û Xumexumaba; ka ez gîyanekî bidim we, go hûn bêtirs karibin werin û bi hemû endamên xwe tevî me bibin; ‘eyn mîna li Adenê û wî diyarê meymûnan, em bi xwuşk û biratî xwe li hev par bikin, go em karibin ‘hebekî ji bin nîrê şaristanî û modernîzmê derkevin…"

Di romanê de ji bilî karakterên sereke, tenê ewkê û ewko hene: "Lehengên romana "Orok", Zeyno û Fendo ne. Karakterên din yên romanê tev “ewko” û "ewkê" ne. Carinan monolog, lê bi giştî bi diyaloga di navbera Zeyno û Fendo de rûpel diherikin. Ev diyalog û monolog, ji hişekî bîrewerî diwelidin û li derdora welatekî bi binyat; lê bênav! tevnek raçandiye... Piştî di hişê xwîner de tevn bi şekl û şemal dibe, êdî xwe ji bîr dike û jêtirê li pêşberî kitanekî spî, li siya Zeyno û Fendo temaşe dike û nitqên wan dibihîze. Weke dawetkarê şevbuherkekê be lê tê.
Nasnameya eşqê nîn e. Lê hemû nasnameyên min li cem Zeyno ne. Çimkî Zeyno nasnameyeke bêwelat û welatekî bênasname ye."

 

H. Kovan Baqî kî ye?
 
H. Kovan Baqî, sala 1972’yan li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bû. Dibistana seretayî li Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. Ji 2004’an û heya niha gelek berhemên wî yên bi Kurdî û Tirkî hatine çapkirin. 
* Çîroka Çîrokan (çîrok) 2004, Weşanên Bajar, Stenbol
* Bêexlaq (çîrok) 2012, Weşanên Na, Îzmîr
* Heteroglossîa (roman) 2014, Weşanên Ronahî, Îzmîr
* Aporîa (roman) 2015, Weşanên Na, Îzmîr
* Dîfferance (roman) 2016, Weşanên Na, Îzmîr
* Sî'bera Zeyno (roman) 2017, Weşanên J&J, Amed
* Kî (roman) 2019, Weşanên J&J, Amed
* Orok (roman) 2020, Weşanên Lîs, Amed

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.