Ew weke derwêşan bûn

Sêşem 23 Gulan 2023 - 14:56

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di şexsê hevrê Dilşêr û Bawer de em şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdan bi rêz û minetdarî bi bîr tînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 2 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn, daxuyaniyek da. HPG´ê got, "Artêşa Tirk a dagirker li gel biryara tevgera me ya çalakînekirinê ya ji ber erdheja 6'ê Sibatê, êrişên ji bo tinekirinê yên li dijî hêzên me, bênavber dewam kirin û hîna jî dewam dike. Li herêma Bestayê di 15 û 16'ê Gulanê de ji bo tinekirina hêzên me, artêşa Tirk a dagirker êriş kir. Hêzên me yên li dagirkeran rast hatin, neçar man şer bikin. Li hemberî êrişên artêşa Tirk a bi gelek leşker, kontrayên xayin, teknîka şer, helîkopterên êrîişê û balafirên şer, hevrêyên me yên li Bestayê 2 rojan berxwedaneke gelekî mezin kirin. Hevrêyên me di bin fermandariya hevrê Dilşêr de ev tevger têk birin, di şer de bi ruhekî mezin ê fedaî li hêza dijmin xistin. Dijmin li xwe mikur hat ku di vî şerî de 5 leşker û kontrayek hatine kuştin, lê hejmara kuştiyên dijmin, zêdetir e. Di vî şerî de hevrêyên me Dilşêr Çiyareş û Bawer Med bi rengekî fedaî û bêtirs bersiv da dijmin, di şer de bi lehengî şehîd bûn.

Hevrêyên me Dilşêr Çiyareş û Bawer Med, di meha Şehîdan meha Gulanê de şehîd bûn, ew weke xelekeke şehadetê ya girîng ketin dîroka me ya têkoşînê. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, di şexsê eşîrên Mamxurî û Dirî de em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêyê me Dilşêr Çiyareş li Wanê ji dayik bû. Ji eşîra Mamxurî, li nava malbateke welatparêz mezin bû. Xwişka hevrêyê me Dilşêr hevrêya me Silav Mamxurî jî sala 2018'an li navçeya Reco ya Efrînê şehîd bûbû. Hevrê Dilşêr sala 2009’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Fermandar hevrêyê me Dilşêr bi tevlîbûn, kesayeta xwe ya têkoşer, bi sekna xwe ya leheng a li nava refên gerîla ji bo eşîra Mamxurî, xelkê Botanê û tevahiya ciwanên Kurdistanê mînakeke mezin e.

Hevrêyê me Bawer Med li Geverê li nav malbateke welatparêz  ji dayik bû. Sala 2014'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Bawer ê ku bi ezmûna li Botanê bi dest xistibû û bi qasî 7 salan li ber xwe da, bû fermandarekî pêşeng, her kêliya têkoşîna xwe ji bo dilsoziya bi bibîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û têkoşînê derbas kir. Heta nefesa xwe ya dawî bi şêwazeke fedaî bi têkoşînê gihişt şehadetê."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:

Dilşêr Çiyareş (Mehmet Şakîr Alici), li Wanê ji dayik bûye, 16’ê Gulana 2023’yan li Besta şehîd bû.

Bawer Med (Dîcle Yemen), li Colemêrgê ji dayik bûye, 16’ê Gulana 2023’yan li Besta şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.