Evdoyê bilûrvan…(II)

Nûçeyên Forum

Sêşem 20 Tebax 2024 - 00:17

  • Kaxez bi devê derî ve kirin. Evdo bilûr mîna tifingê avête stûyê xwe û bi reşahiya siharê re berê xwe dane newalê…

OSMAN KAPAN

Zerdeşt û Xebat ketin rê. Piştî qasekê gihiştin ber deriyê Evdo. Zerdeşt got: “Hevalê Xebat, tu biçe hevalan bîne, ez ê li benda we bim, heke tiştek bû ezê we agahdar bikim. Tu jî baldar be.“

Xebat ber bi hevalê xwe ve meşiya, li kêleka gund rûnişt bêhna gund kişande hinavê xwe. Ma çiqasî bêriya gund kiribû. Heta niha wî nizanîbû ewqasî bêriya gund kiriye. Zarokatiya wî li vir derbas bûbû. Piştî panzdeh salan dîsa hatibû gundê xwe. Kolanên ku lê dileyîstin hatin bîrê. Axîneke kûr kişande nava xwe, qederekê di xem û xeyalan de ma. Bextewar bû, piştî bîstekê bi ser xwe ve hat û çû cem hevalên xwe û tev de vegeriyan.

Dema hatin ba Zerdeşt, Zerdeşt bi dengê bilûrê ketibû nava xeyalan.Bi hatina wan jî ne hisiya. Piştî  Xebat çend carî gazî kir û destê xwe li nav milê wî da, bi ser xwe ve hat. Wekî ku ji xweweke giran şiyar bibe veciniqî û li Xebat nerî. Xebat dixwest li kûrahiya çavên wî binere, lê ji ber tariya şevê nedidît. Hemûyan xwe li ber bayê bilûrê berda. Dengê bilûrê bi wan re hestên cuda cuda çêdikir. Ev tenê ne dengê bilûrekê bû, te digot qey bilûreke afsûnî ye. Bi rojan dikarîn lê guhdar bikin. Lê rêya wan dûr bû, karê wan pirr bû. Niha ne dema wan û xeyalan bû. Ji xwe derketibûne vê re, xeyalên xwe dabûne aliyekî din. Peywira wan ya niha ji xeyalên wan girîngtir bû. Ji nişka ve Zerdeşt destê xwe li derî xist. Evdo dev ji lêdana bilûrê berda û bi dengekî nizim got:

“ Ew kî ye?“

“Ez im, ez, Navê min Zerdeşt e.“

Evdo matmayî ma. Di ber xwe de got: “Di vê seeta nîvê şevê de ev kî ye gidî?“ Qederekê ji  bo vekirin, an nevekirina derî dudilî ma. Dawîyê biryara vekirina derî da. Derî vekir û wan vexwandin hundir. Bi vexwandina wî re celebek mirov kete hundir. Bi ketina wan a hundir hindik mabû ku dil ji Evdo biçe. Hem keyfxweş bû, hem bi dîtina van keç û xortên bi çek şaş ma bû. Bîstekê bê deng ma, piştre bi ser xwe ve hat. Bi bayêbezê ciyê rûniştinê nîşanî wan da, ava vexwarinê ji wan re anî, amadekariya xwarin û çayê kir. Evdo ewên çiyan ango yên ku li çiyan şer dikirin bihîstibûn, lê ji nû ve didîtin. Dilê wî wekî kulîlkekê aj da. Ji ber ku sohbet xweş bibe û Evdo nas bike Zerdeşt got:

“Apê Evdo, tu xweş li bilûrê dixî. Vêga dengê te jî xweş e.“

Evdo şaş ma, navê xwe ji wan re negotibû, lê vî xortî navê wî bi lêv dikir. Di dilê xwe de got: “Gelo kê navê min jê re gotiye?“ Nexwest vê mereqê di dilê xwe de bihêle. Got:

“Birazî kê navê min ji te re got?“

Zerdeşt bi bişirînî got: “Navê te hevalê Xebat ji min re got. Ew ji gundê we ye. Aha ev…Xebat bi tiliya nîşanî evdo da. Evdo, li nava çavên Xebat nerî, kir û nekir dernexist bê kî ye.

“Birazî li qisura min nenêre, min tu nasnekirî, tu kurê kê yî?“

“Ez dizanim ku tu min nasnakî apê Evdo. Dema ku em ji gund çûne xerîbiyê, wê demê ez neh salî bûm. Ez kurê Cemîlê Derwêş im.“

Kêfa Evdo gelekî hat. Wî û Cemîl pirr ji hev hez dikirin û alîkariya Cemîl pirr gihiştibû yê. Hema wisa bi coş Xebat himbêz û maç kir. Pişt re jî digot: “Wey ez bi qurbana biraziyê xwe bibim, çawa bûye xortekî keleş. Ka dayîk û bavê te çawa ne?“ Nizanîbû ku Xebat demeke dirêje dê û bavê xwe nedîtine. Got:

“Apo, wele ez jî wekî te me. Ev demeke dirêje min dê û bavê xwe nedîtine. Ji ber wê rewşa wan çawa ye nizanim.“

Evdo bi lez hêkerûnek çêkir, penîrê bi sîrik, nîvişk, dimsa tiriyê mezrone û çaydanek çayê li ber wan danî. Bêhna hêkerûnê û penîrê bi sîrik li hundir belav bû. Hem xwarina xwe dixwarin, hem sohbet dikirin. Zerdeşt behsa welat, welatparêziyê, dagirkerî û zilma wan, armanca rêxistinê, parçebûna Kurdistanê û wateya şer dikir. Evdo hema serê xwe dihejand û digot ez zanim. Zerdeşt mereq dikir, ew çi dibêje, Evdo dibêje ez dizanim. Xwe bixwe got: “Ku gelê me wisa be, em azad in.“

“Apê Evdo, tu dikarî hinekî behsa xwe ji me re bikî?“

Evdo: “Bawer nakim birazî, ne ez dikarim hemûyî bêjim, ne jî hûn karin lê guhdar bikin. Tiştin hene ku têne jiyîn lê nayêne gotin. Lewra gotin her dem kêm dimîne.“

“Belê Apê Evdo, em dikarin guhdar bikin. Hindik be jî tiştên ku hatiye serê gelê me em pê dizanin.“ Evdo: “Birazî ev demeke dirêje ez li vir im. Tiştê ku bi serê min hatine û ez bûme şahid min ji tu kesî re negotiye. Ez ditirsim ku paşeroja xwe bi bîr bînim. Heya ji min tê nayênim bîra xwe. Lê girêka li ser dilê min roj bi roj mezin dibe. Ezê nihe hinekî bêjim, pişt re hûn ê serpêhatiya min bizanin. Ev çend sal in ez li benda yên weke we me. Sedema jiyanbûna min tolhildan e.“ “Apo, em ne ji bona kes tola xwe hilînin derketine serê çiyan.“

“Birazî, ma min got ezê tola xwe hilînim? Ezê tola welatê xwe, ya gelê xwe hilînim. Binihêrin birazîno, ez berê pêşmerge bûm. Bila wekî pesin dayîn neyê dîtin,e z fermandarekî zîrek bûm. Me şerekî baş jî dikir. Lê mixabin em têk çûn. Sedema têkçûyîna me hûn ji min baştir zanin! Hacet nake behs bikim. Têkçûna me hêviya gelê me jî şikand. Dema em vegeriyan em çi bibînin, gund şewitandibûn, dest avêtibûn jinên me, mirovên me qetil kiribûn. Wê rojê min ewder terikand û hatim Bakûr. Min hedera xwe pê dianî ku ezê rojekê tola gel û welatê xwe hilînim, ez tim bi vê ramanê jiyam. Min bi bilûr û stranan dilê xwe dixapand. Kê rewsa min dipirsî, min tiştek nedigot. Ji ber ku min nedixwest bi xwe re rû bi rû bimînim. Min navê we bihistibû û li benda we bûm. Dereng be jî va hûn hatin. Madem ez bûme hevalê we hindik be jî divê hûn min nasbikin…“ Çavên wî tije rondik bûn. Ma wê çawa ji wan re bigota; hevsera min ji bo ku namûsa xwe biparêze pêşî keça min a sêzde salî bi destê xwe kuşt, piştre jî xwe. Dilê wî ranedikir tişta ku dîtî û jiyayî ji wan re bibêje. Wî yê gelek tiştên xwe bi xwe re bibirana gornê.

Dilê Zerdeş û hevalên wî êşiya. Bi xul xula dîkan re Zerdeşt got:

“Em dereng man, em ê îro xwe li ku biparêzin?“

“Birazî qet mereq nekin ku em ketin newalê, bila artêşa Tirkî giş were. Ez her qul û qewêrê dizanim. Ka bi xêra xwe li ser kaxetekê binivîse: “Gelî gundîno, ez we hemûyan bi dil û can himbêz dikim, çavên zarokan maç dikim. Ji dema ez hatime vir heya niha we qedrê min girt. Ez bê deng û bi tenê hatim, we ez wisa pejirandim. Hûn ji tenêtî û bêdengîtiya min re bûne heval. Ez Evdo me, şivan û bilûrvan bûm li ba we, ji îro pêve jî min wisa nasbikin. Bêdeng û bi tenê hatim. Va bêdeng lê ne bi tenê diçim…“

Kaxez bi devê derî ve kirin. Evdo bilûr mîna tifingê avête stûyê xwe û bi reşahiya siharê re berê xwe dane newalê…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.