Ev Dehak wê biçe

Yekşem 19 Adar 2023 - 16:08

  • Li Wanê bi sedhezaran kesî û li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, îradeya Kurdan li meydana Newrozê nîşan da: Ji bo aştiyê û çareseriyê muxateb Ocalan e.

Doh li Wanê bi sedhezaran kesî guh neda şiliyê û çûn meydana pîrozbahiya Newrozê. Peyama sereke ya Newroza Wanê, ew ku ku ji bo çareseriyê muxateb Rêber Abdullah Ocalan e.

Ji rêveberên MED TUHAD-FED’ê Yûsûf Çakas di çalakiya Newrozê de got, “Em tevahiya rêhevalên xwe yên li zindanan silav dikin. Di şexsê birêz Ocalan de li zindanan tecrîd tê ferzkirin. Heta ku em tecrîdê têk nebin jî em ê nikaribin tiştekî bi ser bixin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî jî got “Newroz tê wateya azadî û berxwedanê. Di tifaqa AKP-MHP´ê de dijminatiya Kurdan û zilm heye. Lê em ê wan biavêjin sergoyê. Em xwedî hêvî ne, hêviya me Rêya Sêyemîn e. Em ê teqez vê pergal û faşîzmê têk bibin. Em xwedî çareseriyeke demokratîk in. Xwediyê vê çareseriyê û muxatabê wê birêz Ocalan e.”

Piştre jî peyama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate xwendin. Wê got, “Birêz Ocalan di Newrozê de bang li gel kiribû û pêşiya pêvajoyeke nû vekiribû. Rewşa îro nîşan dide ku ji her demê bêhtir niha pêdivî bi rola azadî û aştiyê ya birêz Ocalan heye.”

Piştre jî peyama Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an a Amedê de hate xwendin.

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî got: “Li pêşiya me hilbijartinek heye lê Tifaqa Cumhur li ser tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Polîtîkaya xwe li ser vê ava kiriye. Em vê qebûl nakin. Tevahiya gelê Kurd wê were ba hev û di hilbijartinê de serketineke mezin bi dest bixe.” Yanî peyama Dehaqê vê serdemê wê bi îradeya gel a Newrozê ji desthilatê bê xistin, hat dayîn.

Qoseriya xwest tecrîd bi dawî bibe

Li Newroza Qoserê bi hezaran kesî dirûşmeya “Bijî Serok Apo” got, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan îfade kir. Li Qoserê Newroz diyarî giyanê qurbaniyên erdhejê hat kirin. Ciwanan li meydana pîrozbahiyê posterê Rêber Abdullah Ocalan jî hilda. Bi pankart, slogan û peyaman, Qoseriyan got, “Bi agirê Newrozê em ê tecrîdê bişkînin”. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bal bire ser tecrîdkirina Ocalan û got, heta ku tecrîd ranebe ne mimkin e ku aramî û demokrasî pêk were.

Îdirê got ev desthilat wê biçe

Li Îdirê jî çalakiya Newrozê diyarî qurbaniyên erdhejê hat kirin û xelkê peyama “Em ê ji vê hikûmetê rizgar bibin” da. Meydana Newrozê bi alên HDP, DBP û Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Endama Desteya Rêbveber a Navendî ya DBP’ê Aynur Sarica got, “Îro li Îmraliyê tecrîd û êrişek dijwar heye. Heta azadkirina girtiyan wê têkoşîna me bidome.” Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk jî got, “Îqtidara faşîst a AKP-MHP’ê gelê me di bin kavilan de hişt û terkî mirinê kir. Em li vir careke din dibêjin, em heqê xwe li we helal nakin. Ev hikûmet dijminê gelê Kurd e. Teqez em ê vê îqtidarê biguherînin.”

Bi agirê Newrozê ber bi Azadiyê ve

Di Newroza Stenbolê de polîtîkayên şer û tecrîda li Îmraliyê hatin şermezarkirin û hat gotin: "Em ê siberojên ronahî ava bikin." Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û li dora agirê Newrozê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat qîrkirin. Hêzên Tifaqa Ked Azadiyê Deklarasyona Newrozê xwendin û gotin, “Bi agirê Newrozê ber bi Azadiyê ve!”

Newroza bi Zekiye û Deniz

Li Izmîrê li Meydana Gundogdûyê xwişka Zekiye Alkanê Meziyet Çaglarê û dayika Deniz Poyrazê Fehîme Poyrazê agirê Newrozê pêxistin. Dema agirê Newrozê hate vêxistin dirûşmeyên “Deniz Poyraz nemir e” , “Şehîd namirin” û “Newroz pîroz be” hatin gotin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.