Eta Çawşîn û berhemên nîvcomayî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:51

Di ser koça dawî ya hunermendê Kurd Eta Emîn Zorab ku bi navê Eta Çawşîn tê naskirin re 4 sal derbas bûn. Kurê wî dibêje “Gelek berhemên bavê min yên temam nebûyî hene ku emê di siberojê de çap bikin.”

Eta Emîn Zorab bi nasnav Eta Çawşîn di sala 1961’an de li taxa Xaneqa ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Wî di sala 1980’yan de dest bi karê hunerê kir. Strana wî ya yekem bi navê “Ho Xerîb Mero” bû. Piştre çend stranên din ji bo televîzyona Kerkûkê tomar kirin. Ji bilî stran û besteyan, meqambêj jî bû. Hunermend Eta Çawşîn hîn di zarokatiya xwe de eşqa hunerê pêre pêşketiye. Lê belê ji ber xizaniyê ji biçûkatiya xwe de neçar maye bixebite.

Eta Çawşîn di 21 saliya xwe de strana xwe ya yekem ya bi navê ‘Ho Xerîb Mero’ tomar kir. Ji ber vê stranê navê wî ket ser zimanê hunerdostan. Lê belê, bavê wî ji stranbêjiya wî nerazî bû û her tim israr kir ku ew bala xwe bide xwendina xwe. Geşt Eta ku kurê hunermend Eta Çawşîn’e behsa hezkirina bavê xwe ya ji hunerê kir û got; “Bavê min mamoste bû, piştî karê mamostetiyê jî bi berdewamî karê hunerê dikir. Di odeya xwe de prova dikir û helbest dinivîsand. Wî hez nedikir ku gava ew kar dike, kesek biçe cem wî. Her tim digot ‘Ez di cîhana hunerê de me û naxwazim ji nivîsandin û ramanê qut bibim.”

Di siberojê de albûmek ji bo wî

Eta Çawşîn demekê li Rojhilatê Kurdistanê jiya û hunermendên weke Mihemed Mamlê, Seyîd Mihemed Sefayî, Birayên Zizî, Xerîbî Xidiryan û gelek hunermendên nas kir û bi wan re berhemên hunerî çêkirin. Ji ezmûn û şiyanên wan yên hunerî sûd wergirt. Eta Çawşîn her tim di boneyên netewî de li ber çavan bû. Kurê wî dibêje “her tim Kurdî diaxivî û tim cilûbergên Kurdî li xwe dikir. Geşt Eta got; “Berhema bavê min ya dawiyê ku tomar kir ya binavê ‘Şay Ciwanî’ bû. Ez kesê yekê bûm ku ji vê berhemê agahdar bûm. Gelek berhemên wî yên neqeydkirî hene ku kes nizane û nebihîstiye. Ez niyet dikim ku di siberojê de albûmekê jê re çêkim.”

Em ê rêya wî bişopînin

Geşt Eta kurê hunermend Eta Çawşîn anî ziman ku ewê her tim bêriya bavê xwe bikin û ewê her tim rêya huner, muzîk û stranan ya bavê xwe bişopînin. Hunermend, Eta Çawşîn, di 22’yê Hezîrana 2020’an de û ji ber vîrûsa koronayê li Nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da. Lê ev koça dawiya Eta Çawşîn deng û hunera wî bi dawî nekir. Di şûna wê de, stranên wî dê her û her di guhên hezkirên wî de deng vedin. Her wiha ji ber xizmeta wî ji huner û starana Kurdî re kiriye, li taxa Aştî ya Silêmaniyê parkek bi navê wî hatiye çêkirin.

Eta Çawşîn di salên 1980’yan de dest bi stranbêjiyê kiriye. Ji çaryeka sedsalê zêdetir di hunerê de xebitî û bi dehan berhemên wî hene. Berhemên wî yên herî navdar evin; “Ey Xerîb Mero, Sewze Sewze, Mîwan, Gerdinî Berz, Ey Gulî Min.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.