Pêşangeh derfeteke bêhempa bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Tebax 2024 - 00:28

Desteya Çandê û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 24'ê Tebaxê de Pêşangeha 9ˊemîn a Şêwekariyê bi dirûşma "Li ser rîtma rengên Sûriyeyê" li dar xistibû. Di pêşangehê de 80 şêwekarên ji Sûriyeyê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûbûn.

Pêşangehê 3 rojan li Hola El Erd El Seîde ya li Reqayê dom kir.

Şêwekarên beşdar, kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya pêşangehê anîn ser ziman.

Endamê Yekitiya Hunermendan a bajarê Laziqiyê Muhened Elaedîn got: "Em ji aliyê Desteya Çandê û Şûnwaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin vexwendin ku beşdarî pêşangehê bibin. Me xwest ne tenê bi tablo û berhemên xwe, her wiha bi ruhê xwe beşdarî pêşangehê bibin." Elaedîn diyar kir ku beşdariya wan di pêşangehê de ji tevahiya cîhanê re nîşan dide ku gelê Sûriyeyê yek e û kes nikare wî ji hev bixe.

Şêwekar û koçbera ji kantona Efrînê ku li Helebê dimîne Nesrîn Elo got: "Hevdîtina me ya bi hunermendên seranserî xaka Sûriyeyê re nêrîna me ya di qada hunerê de berfireh kir. Ev jî dihêle em hunerê bi pêş bixin." Şêwekara ji Laziqiyê Rena Osman pêşangeh wek “keskesoreke hevseng” nirxand û wiha got: "Di vê pêşangehê de hunermend ji tevahî bajarên Sûriyeyê beşdar bûn. Vê yekê jî derfet ji min re vekir ku ez beşdar bibim."

Rena Osman diyar kir ku tecrubeya wê ya beşdariya di pêşangehê de nirxeke mezin daye arşîva wê.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.