Hegbey Kurdewarî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 24 Tebax 2024 - 00:50

Rengîn Star xelkê Silêmaniyê ye û dayîka zarokekê ye, beşa jimêryarî ya Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê temam kiriye. Nêzî saleke xwaringeha xwe ya bi navê ‘Hegbey Kurdewarî’ vekiriye û kariye derfetên kar ji bo çend jinek din jî peyda bike.

Li xwaringeha Rengînê de xwarinên Kurdewarî yên taştê tên dayîn. Rengîn got ku malbat û derdor piştgiriya wê dikin û da zanîn ger ne bi hevkariya wan bûya wê nekarîbûya zêdetirî 15 saetan li derve de kar bike. Rengîn Star da zanîn ku hemû kar astengî û zehmetiyên xwe hene û gelek kes hene hewl didin mirov ji kar sar bike û got:“Lê min guh nedaye van astengî û gotinên xelkê ku bikarin bandorê li ser min bikin. Ji ber wê min kariye karê xwe avakim û pêşbixim.”

Jina bi navê Ayînde Tiwana ya temen 22 salî ku li xwaringehê de karê çayê dike, beşa rêvebirina kar li Zanîngeha Polîteknîk a Helebceyê qedandiye. Ayînde Tiwana li ser karê xwe got:“Ez gelek keyfxweş im ku vî karî dikim.”

Jina bi navê Sozî Ceza jî li xwaringehê de dixebite, wê jî beşa perstyarî ya Peymangeha Teknîkî ya Silêmanî qedandiye. Sozî ji dema avakirina xwaringehê ve kar dike û diyarkir ew li gel hemû karmendên xwaringehê de wek malbatek lêhatine.

Sozî Ceza daxwaz ji jinên ciwan kir ku li pey xeyal û armancên xwe de herin û xwe di malê de girtî nehêlin û bibin xwediyê dahatek serbixwe.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.