Rîtma rengên Sûriyeyê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Tebax 2024 - 00:29

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh Pêşangeha Şêwekariyê ya 9’an bi dirûşma "li ser rîtma rengên Sûriyeyê" li dar xist. 

Di pêşangehê de, 80 hunermend bi 100 tabloyên ku pêvajoyên aloziyê û pêşektina li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rave dikin, tev li pêşangehê bûne. Her wiha cara yekê ye ku 10 hunermend ji parêzgeha Heleb, Şam û Laziqiyeyê tev li pêşangehê dibin.

Di roja yekemîn a pêşangehê de, şêniyên kantonê, endamên Yekitiya Rewşenbîran a kantona Firatê, Tebqa û Reqayê, endamên Desteya Çandê ya kantona Cizîrê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Yekitiya Şaredariyan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana pêşangehê kiribûn.

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef El Fehid têkildarî pêşangehê got: "Pêşangeh di pêşxistina têkiliya navbera tevgera çandî de li ser asta Sûriyeyê gelekî girîng e. Delîla herî berçav jî, ji tevahî herêmên Sûriyeyê hunermend tev li pêşangehê bûne."

El Fehid destnîşan kir ku deriyên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser li pêşiya tevahî hunermendên Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re vekirî ne ji bo ku piştgiriyê bidin tevgera hunerî Ii ser tevahî astan."

Çaverê ye ku pêşangeh bi şahiyekê bi dawî bibe û di şahiyê de hunermendên beşdar bên xelatkirin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.