Êriş ji nirxên îslamê dûr in

În 23 Tebax 2024 - 00:48

Mamostayê olî yê Silêmaniyê Mela Eta Pêncwênî derbarê êriş û leşkerkêşana dewletên dagirker, binpêkirina serweriya Iraqê û beramberî wan bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de axivî. Mela Eta di destpêka axaftina xwe de got:“Mafê hemû gel û netewane ku azadiya xwe hebin. Yek ji nîşan û qudreta Xwedê ew e ku mirov bi reng, ziman û çandên cuda afirandine. Ev ne tiştekî ku yekî ji bo me xêra xwe kiriye ku em Kurd bin û mafê jiyanê û azadiyê bidin me. Di Quranê de dibêje; me hûn nêr û mê afirandine û me hûn kirine qebîle û netew, da ku hûn hevdû nas bikin. Bi giştî em dikarin bibêjin ku çawa ku her gel û neteweyên din xwedî mafên hebûnê ne û çawa ku ji bo wan rewa ye, ji bo me jî mafdar e. Mixabin em gelek caran dibînin ku kesên ji derveyî bi neheqî û dûrî nirxên îslamî û însanî, êrişên qirkirinê û leşkerkêşanê li ser me dikin û welatiyan, cihên olî û perestgehan dikin hedef ku ev yek di Îslamê de neheqî ye.” Mela Eta destnîşan kir ku li vir berevajiyê şîretên di Îslamê de tên kirin tevdigerin û got:“Îslamê şîret li oldarên xwe kiriye ku cihên olî xera nekin, kal û pîr, seqet, jin û zarokan nekujin û çavkaniyên avê wêran nekin, lê mixabin li welatê me ev mijar berovajî bûne. Yên ku êrişî me dikin û me dikin hedef, di encamê de cihên me yên olî, çavkaniyên avê, gund û gelê me yên sivîl dikin hedef, ev yek jî di Îslamê de neheqî ye. Tiştê ku em ji bo xaka xwe ya Kurdistanê û gelê xwe rewa dihesibînin, em ji bo ax û gelê Efrînê, Kobanê û deverên din jî rewa dibînin. Wek Îslamê bi giştî, mafê jiyanê mafekî ku Xwedê daye evdên xwe, ne di navbera gelan de ye neteweyan. Bav û kalên me çavkaniya axa ku em lê ji dayik bûne ye, ji ber vê yekê di navbera gel û neteweyan de ferq tune.”

Berjewendiya netew esas e

Mela Eta tekezî kir ku wek mamostayek olî  êriş û dagirkeriya li ser xaka Herêma Kurdistanê şermezar dikin û got:“Li gorî min tiştek bi navê civaka navdewletî û mafên mirovan, ji bo kesên ku bi niyaza helwestê ne û ji bo kesên ku niyeta wan nîne, tenê propagandayeke dibiriqe ye. Her dema ku asayîşa vî welatî bikeve metirsiyê, bandora wan li ser Iraq û welatên cîran jî dibe. Ji ber wê jî em hêvîdarin rêz li asayîş, aramî û pêkvejiyana welatiyên Herêma Kurdistanê bê girtin. Divê em jî yekdeng û aram bin û ji bo berjewendiyên xwe xwe ji nû ve birêxistin bikin û xwedî li hêza xwe derbikevin.” Mela Eta Pênciwênî herî dawî diyar got:“Divê em bifikirin ku emê çawa xwe ji destê dagirkeran dûr bixin û çawa ji berjewendiyên hizbî û siyasî dûr bikevin û xwe bikin qurbana ax, gel û welatê xwe.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.