Dengekî zîz û xweşik; Bilind Bengîn

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Tebax 2024 - 00:27

Dengê Bilind Bengîn zîz û xweşik e, stranbêjekî pispor e. Li kêleka wê, di lêdana tembûrê de jî jêhatî ye. Herî dawî stranek derxist ku gelek kes bû heyrana wê û niha amadekariyên albûmekê dike.

Bilind Bengîn (25) ji gundê Babasî yê Tirbespiyê ye. Beriya 3 salan, fêrî lêdana tembûrê bûye ku ji biçûkahiya xwe ve jê hez dike. Bavê wî dibêje ku wî Bilind teşwîq kiriye ku fêrî lêdana vê amûrê bibe. 

Bi demê re Bengîn fêr dibe û bi wê re fêrî stranbêjiyê dibe. Bengîn destnîşan kir ku dema hîna biçûk bû li hunermendên Kurd guhdarî dikir mîna Miradê Kinê, Mihemed Şêxo û got: "Muzîka kurdî gelek dewlemend e, gelek hunermendên cîhanê muzîka kurdî di stranên xwe de bi kar tînin."

Bilind Bengîn diyar kir ku divê hunera kurdî çand û dîroka kurdan ji vê bêtir rave bike çi bi rêya stranan yan jî muzîkê yan jî klîpan. Bengîn di Tîrmehê de kilîpek bi sernavê "Bilbil" derxist ku awazên wê yê hunermendê nemir Seîd Yusif in. Kilîp li gundê xwe çêkiriye ji bo ku jiyana gundiyan û çanda kurdî nîşan bide.

Girêdayî klîpê Bilind got: "Me bi derfetên kêm klîp çêkir. Lê ji ber ku nêzî çanda civakê ye û gotinên wê xweşik in, her kes jê re bû heyran."

Bilind Bengîn aşkera kir ku niha amadekariyên derxistina albûmekê ku ji 7 stranên wî pêk tê, dike.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.