Festîvala Moskowê Êzîdî kirine mijar

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Tebax 2024 - 00:24

Festîvala Filmên Kurdî ya Moskovayê îsal cara 4’an wê di navbera 18-22'yê Îlonê de li dar bikeve. Festîvalê posterê fermî yê festîvala îsal û filmên di beşa pêşbaziyan de eşkere kirin.
Festîval îsal balê dikişîne ser Kurdên Êzîdî loma postera xwe li ser vê yekê saz kiriye. Festîvalê di daxuyaniya xwe de got, "Îsal bal tê kişandin ser filmên li ser Êzidiyan û ola wan a kevnar a Mezopotamyayê. Êzidîtî ola resen a hemû Kurdan e. Sembolên ku li ser afîşa IV. Festîvala Filmên Kurd a Moskowê hatine xêzkirin xwedî girîngiyeke kûr a çandî ne. Pirça Tawis ji bo gelê kurd, bi taybetî di çarçeweya Êzdîtîyê – ola kevnar a Kurdan de, sembolek bi hêz e. Tawûs bi Melek Tavus (Melek Tavûs) ku kesayeta navendî ya vê olê ye ve girêdayî ye. Perê tawusê li ser koka ruhî ya gelê kurd radixe ber çavan û her wiha girîngiya parastin û popûlerkirina çanda kurdî bi rêya sînemayê radixe ber çavan."

Filmên festîvalê
Li aliyê din filmên di beşa pêşbaziyê de jî hatin eşkere kirin. Li gor vê di beşa Pêşbaziya Filmên Metrajdirêj de 7 film, di beşa Pêşbaziya Belgefilman de 8 belgefilm hatine hilbijartin. Li aliyê din 14 idi beşa Pêşbaziya Kurtefilman, 9 belgefilm jî di beşa Pêşbaziya Belgefilmên Kurt de cih digirin.

Filmên metrajdirêj
Di beşa Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj de ev 7 fîlm cih girtine:
1- “Misûl, mala min”/ Derhêner Adalet R. Garmiani
2- “Kêfxweşiya Demkî” / Derhêner Sîna Mohammed
3- “1988” / Derhêner Hejwan Zendî 
4- Rojbaş  / Derhêner Ozkan Kuçuk 
5- “Hesp” / Derhêner Mehdi Ahmad
6- Mehsa Keniya / Derhêner Mehran Shiri
7- ⁠“Baxdat Messi” / Derhêner Sahim Omar Khalifa

Belgefilmên pêşbaziyê
Di beşa pêşbaziya belgefîlman de jî ev belgefîlm cih girtine:
1- Hêviyên Ji Daran / Derhêner Haydar Demirtaş
2- “Ji bo delatê Mustafa Paşa Yamulki” / Derhêner  Khoren Gharib, Hardy Kadir Ibrahim 
3- “Keçikên Rojê” / Derhêner Reber Doski 
4- Portreya Penaberekî / Derhêner Pejman Mokari
5- “Ji bo edaletê” / Derhêner  Elif Yigit 
6- Çemê Xemgîn / Derhêner Zana Nawzad Mahmoud
7- “Hozanên Çiyayê pîroz” / Derhêner Farid Elhami 
8- Komkujiya Çolê / Derhêner  Nabaz Ahmad

DIYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.