Bedewiya Kurdistanê nîşan didin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Tebax 2024 - 00:05

Li navçeya Kelarê Grûba Kêwdostan pêşangehek ya wêneyan vekir. Beşdarên pêşangehê jî diyar kirin ku ji ber têlkirina sînoran û êrişên hewayî daristan û xwezaya Kurdistanê gelek zerer dîtine û gotin; “Em dixwazin bi kamerayên xwe bedewiya Kurdistanê nîşan bidin.”

Grûba Kêwdostan bi armanca 19’ê Tebaxê Roja Wênekêşiyê ya Cîhanê, pêncemîn pêşangeha xwe li navçeya Kelarê ya navenda Îdareya Germiyanê vekir. Di pêşangehê de çar wênekêşên ku gelek wêneyên xwezayê, arkeolojîk, jiyana rojane ya civakê girtine, hatin nîşandan.

Pêşangeh ji bo xwezaya Kurdistanê ye

Endamê Grûba Kêwdostan Necîb Omer derbarê mijar û armanca pêşangehê de got: “Wek komek hezkiriyên daristanê, ev pêşangeha me ya pêncemîne ku bi armanca 19’ê Tebaxê Roja Wênekêşiyê ya Cîhanê hatiye vekirin. Armanca me ew e ku em bedewiya xwezayê, jîngeha kovî, cihên arkeolojîk, jiyana rojane ya civakê, parastina kelûpelên çandî ku weke nasnameya netewî tên zanîn, di pêşangeha xwe de nîşan bidin. Mixabin têlkirina sînorên Kurdistanê, şewitandina daristanan û êrişên hewayî bandor li xwezaya Kurdistanê kiriye. Ji ber vê yekê divê em wek ferdên Kurd girîngiyeke mezin bidin wênegiriyê û nîşanî welatên din bidin ku em xwedî çand û xwezaya xwe ya pir bedew in.”

Rêzê ji ciwanên jêhatî re bigirin

Her wiha endamek din yê Grûba Kêwdostan Rêbwar Ehmed jî hestên xwe bi van gotinan anî ziman; “Em çar wênegir beşdarî vê pêşangehê bûne. Ev pêşangeh cuda ye û em bêhtir wênegirên çiya ne. Lê îro karê me cuda bû. Ez bi heft tabloyan beşdarî pêşangehê bûme. Bi piranî wêneyên civakî, arkeolojik, çandî, jiyana rojane û kolan mijarên sereke yên pêşangeha me ne. Çend salin em bi kamerayên xwe bûne beşek ji parastina jîngeha kovî û karê me yê sereke parastina xwezaya Germiyan û derveyî Germiyanê ye. Hin wêneyên me di nav gel de bûn sedema bertekek erênî û hişyariyê. Ez bang li aliyên peywedîdar dikim ku rêzê ji ciwanên jêhatî re bigirin da ku zêdetir xizmeta xweza û hunerê bikin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.