Qedexekirina Kurdî û asîmîlasyon

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Tebax 2024 - 00:26

  • Piştî qedexekirina Kurdî asîmîlekirina jinên Kurd hate hedefkirin. Bi vê armancê bi kampanyayên ‘Kardelenler’ û ‘Haydi Kizlar Okula’ yên bi pêşengiya Turkan Saylan hatin destpêkirin, li ser perwerdeya jinên Kurd polîtîkayên Tirkkirinê hatin meşandin. Ji bo ev polîtîka pêk werin Kurdî hate qedexekirin û Kurd hatin kuştin!

Zextên dewleta Tirk ên li ser zimanê Kurdî di demên dawiyê de zêdetir bûne û xwe zêdetir nîşan didin.  Bi tenê di nava mehekê de bi dehan kes ji ber ku stranên bi Kurdî gotin yan jî li ber stranên bi Kurdî govend gerandin, hatin binçavkirin û girtin. Polîtîkayên cihêkar û nijadperest ên desthilatdariyê yên li ser Kurdî nîşan didin ku desthilatdarî vedigere feraseta avakirina Komara Tirkiyeyê.

Zextên dewleta Tirk ên li dijî zimanê Kurdî ne nû ne. Yekem pêngavên zextan ên plankirî yên ji avakirina komarê heya niha dewam dikin, bi Plana Reforma Şerqê hatin avêtin. Piştî Plana Reforma Şerqê bi taybetî jî li gelek deverên Kurdistanê Ocaxên Tirkan û Malên Gel hatin vekirin û xebatên asîmîlasyona gelê Kurd hatin zêdekirin.

Ocaxên Tirkan, Malên Gel û Kardelenler

Piştî ku zimanê Kurdî li seranserê Tirkiyeyê tê qedexekirin, bi taybetî jî li ser jinên Kurd xebatên asîmîlasyonê hatin meşandin û weke pêngavên yekem bişaftina jinên Kurd hate hedefkirin. Ji aliyê desthilatdariyan ve dihat zanînku ger bişaftina jinan pêk were, wê rê vebe ku hemû civaka Kurd were Tirkkirin. Desthilatdariyan ya ku nekarîn bi Malên Gel û Ocaxên Tirkan pêk bînin, piştî demekê bi destê Turkan Saylanê hewl dan ku bi projeya ‘Kardelenler’ pêk bînin.

Bi projeya Kardelenlerê Turkan Saylanê bi sedan jinên ji Kurdistanê yên ji bo perwerdeyê standî, asîmîle kirin û hewl da wan bike Tirk.  Dewleta Tirk ya ku nekarî bi projeya Kardelenlerê ya dixwest bi dest bixe, vê carê jî kampanyaya ‘Haydi Kizlar Okula’ da destpêkirin. Dewleta Tirk beriya vê kampanyayê bi taybetî li Kurdistanê di nava civakê de feraseta ku jinan perwerde nestandiye û ‘nezan’ mane, belav kir û bi vê kampanyayê li ser jinên Kurd xebatên asîmîlasyonê bi rê ve bir.

Tevî ku li aliyekî xebatên têkildarî asîmîlasyonê dihatin meşandin, li aliyekî jî dewletê ji bo astengkirina bikaranîna zimanê Kurdî ya di nava civak û jiyana rojane de serî li rêbazên zextê da ku ew jî mezintirîn hêza di destê dewleta Tirk de ye. Heya roja me ya îroyîn bi hezaran mirov ji ber  axaftina bi Kurdî ji hêla hêzên ewlekariyê yên dewletê yan jî ji aliyê komên faşîst ve hatine qetilkirin.  Deh hezaran Kurd ji ber bi Kurdî axivîne yan jî cil û bergên neteweyî yên Kurdî li xwe kirine, hatine girtin û demên dirêj li zindanan hatine rehîngirtin.

Di mehekê de 20 kes hatin girtin!

Ji hefteya dawî ya Tîrmeha 2024’an ve zextên li dijî ziman û çanda Kurdî gihan asteke din û ev zextên ku beriya niha gelekî kêm di rojevê de cih digirtin, êdî ketin rojeva Tirkiyeyê. Bi tenê di mehên Tirmeh û Tebaxê yên sala 2024’an zêdetirî 20 kes ji ber gerandina govend û strîna stranên bi Kurdî hatin girtin û zêdetirî 100 kes jî hatin binçavkirin.

Va ye ev bîlanço li jêr e;

24’ê Tirmehê: Li Mersînê 9 kes ji ber gerandina govendê hatin binçakirin; di wesayita binçavkirinê de strana ‘’Olurum Turkiyem’’ hate gotin û kesên binçavkirî ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

26’ê Tîrmehê: Li Agirîyê 6 kes ji ber cil û bergên Kurdî û gerandina govendê hatin binçavkirin. 

27’ê Tîrmehê: Li navçeyên Esenyûrt, Gazî Osman Paşa û Arnavûykoy ên Stenbolê li dijî malên kesên ku beriya niha di dawetan de govend gerandine, operasyonên serdegirtinê hatin pêkanîn. 13 kes hatin binçavkirin û 11 kes hatin girtin. 

27’ê Tîrmehê: Li Aydinç leşkerek ji bo ku beriya niha di dawetekê de govend gerandibû, hate binçavkirin û girtin.  

27’ê Tîrmehê: Li Sêrt û Êlihê di serdegirtinên malan de 6 kes ji ber ku beriya niha di dawetê de govend gerandibûnî hatin binçavkirin.

29’ê Tîrmehê:  Li Colemêrgê polîsan li dijî sê dawetên cuda operasyên pêk anîn. Di nav de muzîsyen û xwediyên dawetê gelek kes hatin binçavkirin. 

29’ê Tîrmehê: Li Wanê gelek kesên ku di protestoya li dijî binçavkirinên govendê de govend gerandin, hatin binçavkirin.  

1’ê Tebaxê: Li Amedê 7 kes ji ber gerandina govendê hatin binçavkirin. 

6’ê Tebaxê: Li Osmaniyeyê 5 kesên ku di dawetekê de govend gerandin, hatin binçavkirin û 4 ji wan hatin girtin. 

14’ê Tebaxê: Li Esenyûrt a Stenbolê polîsan li dijî dawetekê operasyon pêk anî û 8 kes ji ber gerenadina govendê hatin binçavkirin.

15’ê Tebaxê: Li Stenbolê 5 kesên ku li ser rêyê govend gerandin, hatin binçavkirin.

22’yê Tebaxê: Li Balikesîrê 3 karkerên înşeatê yên li parkê guhdariya muzika bi Kurdî dikirin, hatin girtin.

Ev binçavkirin ne tenê di sala 2024’an de pêk hatin.  Beriya niha jî gelek muzîsyen û guhdarvan ji ber stranên bi Kurdî hatin binçavkirin. Her wiha hin însan ji ber ku stranên Kurdî strîne yan jî guhdariya wan kirine, hatin qetilkirin. 

29’ê Gulana 2024’an: Li Amedê xwediyê kafeyekê ku ragihandibû ku ew ê bi Kurdî xizmetê bike, hate binçavkirin. 

3’yê Gulana 2022’yan: Mûzîsyenên ku li Cedeya Îstîklal a Stenbolê stranên Kurdî digotin, hatin binçavkirin.

21’ê Cotmeha 2023’yan: Li Eskîşehîrê muzîsyenên li kolanan stranên Kurdî digotin û 27 kesên guhdariya wan dikirin, hatin binçavkirin.

3’yê Nîsana 2018’an: Li Îzmîrê muzisyenê ku di dawetê de stranên Kurdî gotinî hate binçavkirin.

23’yê Gulana 2022’yan: Li Îzmîrê malbatên ku navên Kurdî li zarokên xwe kirin, hatin binçavkirin. 

1’ê Sibata 2022’yan: Li Stenbolê muzîsyenê ku li ser Cadeya Îstîklalê muzîka Kurdî dikir, hate binçavkirin. 

25’ê Cotmeha 2016’an: Li Dersîmê 3 muzîsyen bi henceta gotina stranên bi Kurdî hatin binçavkirin. 

25’ê Nîsana 2023’yan: Li Amedê di encama operasyonekê de gelek hunermendên Kurd hatin binçavkirin. 

20’ê Îlona 2022’yan: Hunermendê Kurd Kadîr Çat bi hinceta gotina stranên Kurdî hate binçavkirin.

3 kes hatin qetilkirin

2’yê Gulana 2023’yan: Li navçeya Kadikoy a Stenbolê hunermendê bi navê Cihan Aymaz bi hinceta ku stranên Kurdî gotine, hate qetilkirin.

31’ê Gulana 2020’an: Li Enqereyê ciwanê bi navê Bariş Çakan, ji ber ku guhdariya muzîka Kurdî dikir, hate qetilkirin. 

2011: Li Enqereyê welatiyê bi navê Emrah Gezer ê li mekanekê stranên Kurdî digotin, ji aliyê polîsekê ve hate qetilkirin.

Beşeke mezin a polîtîkayên bişaftinê bi bêçandîtîkirinê pêk tê.  Ev polîtîka ne tenê ji tunekirina zimanê Kurdî, astengkirina axaftina bi Kurdî ya di jiyana rojane û jiholêrakirina kevneşopiyan pêk tên, di heman demê de di nava xwe de Tirkîkirina stranên Kurdî jî dihewîne.  Tevî ku bi awayekî tam nayê zanîn heya roja îroyîn çend stranên Kurdî ji bo Tirkî hatine wergerandin jî bi hezaran stranên Kurdî di bin navê ‘’ Muzika Tirkî a Gel’ de hatine pêşkêşkirin.  Strana ‘Ez ê ji bo te bimirin Tirkiye’ ku li Mersînê di wesayita binçavkirinê de li dijî ciwanên Kurd weke rêbaza êşkenceyê hate guhdarîkirin jî awazeke Kurdî ye ku li ser gotinên Tirkî hatine nivîsandin.  Her wiha gotin û muzîka strana ‘Ankaranin Taşina Bak’ a ji aliyê hunermend Rûhî Sû ê ku dewleta Tirk pasaport nedayê û ew bi mirinê re rû bi rû hişt, dibêje jî ji sirûda Hesen Zîrek a bi navê ‘’Ey Niştiman’’ hatiye dizîn. Ev rewş nîşan dide ku dewleta Tirk hizra hunermendên ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne jî nake.

 

Hin stranên ji Kurdî bo Tirkî hatine wergerandin ev in;

Ax Weylo / Yaylanın Soğuk Suyu

Ax Kurdistan Kurdistan / Gülistan Adın Dillere Destan

Rabe Cotkar / Beyaz Gül, Kırmızı Gül

Strana Delîl Dogan ya ji bo bîranîna birayê xwe Mazlûm Dogan amade kirî ya bi navê Canê Canê / Caney Caney

Çavit Ciwana Leyla / Çavuş Kızı Leyla

Çiya bi Berf û Dûman e / Zurnacı İbo Dayı

Çi tolaz û serseri / Sarışınsın

Dêra Sorê / Dağlar Duman Oldu

De Lori Lori / Güneşli Yarınlar / Şey Yani

Di Dinê de Sê Tişt Hene / Bu Dünyada Üç Şey Vardır – Îbrahîm Tatlises

Edlê Rabe / Yaylalar

Ey Niştiman 1947 / Hesen Zîrek – Ankara’nın Taşına Bak 1970 / Ruhî Sû

Evina Min / Uzun Uzun Kamışlar – Îbrahim Tatlıses

Ez Kevokim / Hele Yar Zalim Yar

Ha Berde Lawo Destê Min Berde / Makaram Sarı Bağlar

Henê Bînin Teyştê Kin / Kınayı Getir Aney

Lorke Lorke / Diyarbakır Güzel Bağlar

Lê Dotmam / Ben Yetim – Emrah – Îbrahîm Tatlises

Le Nazê / Naze – Îzzet Altinmeşe

Lê Xanim Xan Xanimê / Le Hanım – Îzzet Altinmeşe

Lê lê Rindikê / Kara Üzüm Habbesi – Îbrahîm Tatlises

Nabikeve / Bu Tepe Kumlu Tepe

Miho / Göç Göç Oldu

Marjan – Kevirê Dil 1960 / Ajda Pekkan – Baksana / Talihe 1977 Kai Warner’s Oriental Express – Fly Butterfly

Porzerin / Toycular

Sînemê / Zap Suyu

Seyran Mangî / Ağlama Yar

Tu Bedewî Tu Delalî Leyla / Leyla – Ozcan Denîz

Xane û Xwedê da / Ben Anayım – Ceylan / Ben Babayım – Azer Bulbul

Ximxime Torîvanê / Ağrı Dağından Uçtum

Yallah Şofêr – Hesen Zîrek / Yallah Şoför – Îbrahîm Tatlises

Yek Mûmik Du mûmik / Bir Mumdur – Îbrahîm Tatlises

Zara / Öleyim – Mahsûn Kirmizigul

Hay gîdyê Xeydokê / Siverek Asmasıyam

Desmala min / İpek Mendil

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.