Nabe bêdeng bimînin

Duşem 26 Tebax 2024 - 01:50

Di 23’yê Tebaxê de, dewleta Tirk a dagirker li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê, bi balafirek bê mirov û bi çek, êrişî wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Nerazîbûnên li dijî êrişê dewam dikin. Derbarê mijarê de Hizba Komunîst ya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û wiha hate gotin; “Dewleta Tirk ti cûdahiyê naxe nav sivîlan jî, yên ku dilsozê gelê Kurd bin, ev çi gerîla, pêşmerge, karmend, cotkar, rojnamevan yan jî gundî be, dike hedef. Ev jî siyasetek dijminane ya li beramberî gelê me ye. Em sersaxiyê ji malbatan re dixwazin û birîndaran re şîfayê dixwazin. Ev kiryar, li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê destdirêjî ye, di heman demê de binpêkirina serweriyê ye. Ji bo vê nabe bêdeng bimînin, divê ji bo rawestandina êrişan hemû rê werin bikaranîn.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.