- Maisara Baroud ji bo karibe trajediyên şer nîşan bide û şahidiya komkujiyê bike bi xêzan rojnivîskan digire. Piştî ewqasî serpêhatiyên ne xweş jî dîsa bi hunerê li ber xwe dide û dibêje; “Ez hîna jî dijîm…”
Roja 7’ê Cotmehê jiyana hunermendê bi navê Maisara Baroud serobino kir. Piştî ku di navbera Filîstîn û Îsraîlê de şer derdikeve Maisara Baroud jî bê cih û war dimîne. Lê bi rêya hunerê ango xêzên li ser defterê wî ji xwe re cih û warekî ku dikaribe lê bijî ava kiriye. Wî huner kiriye mala xwe û bi vî awayî serî li hember trajediyên ku li welatê wî pêk hatine radike.
Maisara Baroud tiştên ku xêz dike bi sernavê “I’m Still Alive” (Hîna jî dijîm) parve dike. Baroud bi van wêneyan nîşan dide ku ew ji şer bi saxî filitiye û felaketa ku li Xezayê pêk hatiye nîşanî hemû dinyayê dide. Di resmên wî de bajarên wêranbûyî, kesên ji şer direvin, mirovên ku li kampan dijîn û her wiha cendekên kesên ku mirine hene. Xêzên Baroud li Palazzo Mora ya Venedîkê di çarçoveya pêşangeha “Biyanî li welatê xwe ne” tên nîşandan. Pêşangeh heta 24’ê Mijdara 2024’an dewam dike.
Rojnivîskên şer û qeydkirina felaketê
Baroud beriya şer biqewime jî dîsa li ser defterê xêz dikir lê wî van xêzên xwe nîşanî kesî nedida û ji xwe re diveşart. Lê piştî pandemiyê wî jî dest bi parvekirina van xêzên xwe kiriye. Ev xêzên wî di heman demê de rojnivîskên wî ne jî, ji lewma ew bi vî awayî kul û keserên xwe derdibire. Li gor hin mijar û konseptan xêzên xwe parve dike. Ji bo destpêka şer a li Xezayê dibêje; “Şerê 7’ê Cotmehê hemû xeyalên me kuştin. Balafirên ku di ser serê me de firîn û her derî bomberan kirin tiştekî nehiştin. Lê dîsa jî min dev ji xêzkirinê berneda û di her fersendê de min hewl da çavdêriya şer bikim. Min babetên xêzên xwe bêyî propagandayekê diyar kir û tiştên ku min bi çavên xwe dîtin xêz kir. Bi vî awayî rojnivîskên şer ên weke xêzan hatin qeydkirin. Bi riya van rojnivîskan ez rewşa xerab a şer rave dikim.”
Bifikirin xeyal bi carekê dimirin
Gava şer dest pê dike ew jî weke her kesî tengav dibe. Lê xêzkirinê jî weke berpirsyariyekê dibîne û wiha dibêje; “Ji bo xêzkirinê çavkanî pirr kêm bûn, her wiha şert û merc jî ne guncav bûn. Lê dîsa ev tişt nebûn asteng ku xêz bikim. Xêzkirin bi min tirs û gumanê da jibîrkirin. Ji xwe wekî din rêyeke din jî nîn bû. Piştî şer ofîsa min hate rûxandin. Her wiha xaniyê ku ez tê de bûm jî hate bombebaran kirin. Bifikirin bi carekê ofîs û mala we ji holê radibe. Xeyal û tiştên ku hûn ji bo zarokên xwe difikirin tev bi carekê dimirin. Ji xwe piştî demekê ez mecbûr mam ji Xezeyê derkevim. Piştî ji Xezayê derketim herî kêm min deh caran mal guherand. Ji bo karibim debara xwe û malbata xwe bikim di şert û mercên xerab de asê mam.”
Şahidiya komkujiyê dike
Baroud da zanîn ku tiştên li Xezayê pêk hatin û hîna jî dewam dikin berdewamiya şerê 76 salan e. Ji Nakba heta îro ev şer di navbera Îsraîl û Filistînê de dewam dike. Baroud armanca vî şerî jî wiha rave dike; “Tiştên li Xezayê pêk tên komkujî ye. Ew dixwazin xelkê Filistînê bikujin, bişînin mişextiyê û bi vî awayî ji holê rakin. Hêvî dikim hemû dinya rastiyê bizanibe. Ez jî bi rêya xêzan vê komkujiyê tînim ziman. Şahidiyê ji vê komkujiyê re dikim. Trajediya ku bi serê xelkê me ve hatiye nîşan didim. Bi zimanekî hunerî rave dikim û bi dost û hevalan re parve dikim van xêzên xwe. Ez vê peyamê didim wan; li gel ewqasî şer, kuştin û rûxandinên rojane ez hîna jî dijîm…”
NAVENDA NÛÇEYAN