Êrîşa ser Garê û Qendîlê dane ber xwe

În 27 Îlon 2024 - 02:35

Derheqê tevgera dagirker a dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan rojnamevan Engîn Yurtserver diyar kir dewleta Tirk bi piştevaniya Barzaniyan rêyên ji Batufayê heta bi Şeladizê çêdike û got,’“Tirkiye bi van êrişên xwe yên dawî dixwaze zemîna êrişek berfireh li dijî Garê û Qendîlê amade bike.” 

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya malbata Barzanî didomin. Rojnamevan Engîn Yurtsever ê ku têkilî êrîşên dagirker ên Tirk axivî diyar kir Tirkiye bi van êrîşan dixwaze zemîna êrîşên li dijî Garê û Qendîlê amade bike. Yurtsever her wiha diyar kir dewleta bi van êrîşan li pey xeyala sînorên Mîsak-Î Millî ye û got,’’Tirkiye dixwaze bi êrişên li dijî başûrê Kurdistanê berê stratejiya xwe xêz bike.”  

Bi PDK’ê re dixwaze hêza xwe qewîn bike

Yûrtsever bi bîr xist ku Tirkiye ji sala 2023’an ve tasfiyekirina Tevgera Azadiyê daye ber xwe, ji bo vê armancê bi PDK’ê re dide û distîne û got, “Tirkiye bi çarçoveya vê stratejiyê bi PDK’ê û hikûmeta Iraqê re hevdîtinên dîplomatîk pêk anî. Li herêmê pêvajoya ji dagirkeriyê derbasî îlhaqê bibe diqewime. Tirkiye bi piştevaniya PDK’ê rêyên ji Batûfayê dirêjî Şeladizê dibe çêdike û dixwaze hêza xwe ya leşkerî qewîn bike. Tirkiye li noqteyên stratejîk ên herêmê baregehên leşkerî ava kiriye û armanc dike ku jîngehên sivîl ti temamî vala bike. Xwezaya Kurdistanê û gelê kurd her roj tê bombebarankirin. Arman tenê ew e ku wir ji kurdan xalî bike, di heman demê de dixwaze ku kes nikaribe li herêmê bijî.” 

MÎT’ê û Barzaniyan ’Odeya Hevpar’ danîne

Yurtsever trafîka hevdîtinê yên di navbeyna Tirkiyê-Bexda û Barzaniyan de destnîşan kir, diyar kir Tirkiye haziriya planên nû yên êrîşan dike û got,’’Bi piştevaniya malbata Barzanî, devera Metîna û rojavayê Zapê hatiye dorpêçkirin. Piştî Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî serdana Bexdayê kir êriş derketin asta îlheqiyê. Li baregeha leşkerî ya li Bamernê MÎT’ê û yekîneya îstîhbarata PDK’ê Parastin odeya tevgera hevpar ava kirin.’’

Dixwazin Başûr dagir bikin

Bi berdewamî Yurtsever anî zimên Tirkiye li vê herêmê çekdarên bi ser malbata Barzanî ve bi bikar tîne û Tirkiye di nava amadekirina zemîna êrişek berfireh a li dijî Garê û Qendîlê de ye. Yurtsever wiha got:’’Tirkiye bi êrişên xwe yên demê dawî re dixwaze zemîna operasyonek berfireh li dijî Garê û Qendîlê amade bike. Ev tiştên diqewimin provayên Tirkiyeyê ne ku dixwaze başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike. Ev prova ji Metîna hat destpêkirin. Valakirina gundan û avakirina kontrolên rêyan parçeyek ji vê planê ye.” 

MA/DELAL AKYUZ/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.