Êriş krîza sihetê kûr dike

Sêşem 30 Gulan 2023 - 00:15

  • Dr. Mihemed Unver: Li ku derê dibe bila bibe, divê zexteke raya giştî ya cîhanî çêke da ku ev dorpêç û ambargo ji ser xelkê wargehê bê rakirin.

RÊBER COLEMÊRG/AWYER BOTAN/ANF/MEXMÛR

 

Dr. Mihemed Unver li Nexweşxaneya Mexmûrê kar dike. Wî got, "Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibî heye. Bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Di rewşeke awarte de ji ber ambargoya bi salan, em ê nikaribin ji heqî derkevin"

Yek ji doktorên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mihemed Unver, bal bire ser astengî û kêmbûna derfetên di bin dorpêçê de û bi taybetî aloziya dawî û bandora wê ya li ser nexweş û xizmetên sihetê.

Dr. Mihemed Unver got, ev hewldana ne hiqûqî ye ku dor li wargeheke sivîl a ku piraniya xelkê wê jin, zarok, pîr û nexweş in, bê girtin. 

 

Iraq jî dermanan asteng dike

Dr. Mihemed Unver, qala zorî û zehmetiyên li warê tenduristiyê kir û got, “Jixwe, ji ber dorpêça berê, zehmetî hebûn, bi vê hewldanê re zêdetir bûn. Ev salek e ji aliyê Iraqê ve rê nayê dayîn ku derman û pêwîstiyên tibî bikevin nava wargehê. Berî vê ji xwe ji aliyê PDK’ê ve ev nêzî sê salan e ku bi ti awayî rê nayê dayîn ku nexweşên me yên lezgîn jî biçin Hewlêrê. Bi vê hewldana Iraqê re rewşa me ya xizmetên tendurîstiyê kete rewşeke awarte.”

 

Bi tîmên gerok xizmeta lezgîn

Dr. Unver qala rewşa tenduristiya gel a ji ber vê hewldana Iraqê derket holê kir: “Gel li her çar aliyên wargehê li ser lingan e, me weke xizmetên tenduristiyê, me tîmên gerok ava kirine û li nava gel digerin û ji bo her rewşê amade ne. Ji ber ku rê nayê dayîn bi qasî pêwîst dermanên tibî em bidest bixin, derfetên me bi her awayî bi sînor in. Em bi derfetên pirr kêm xizmeta vî gelî dikin. Di nava vê hefteyê de hem rewşa hewayê pirr germ bû, dîsa bahoza tozê rabû, dayik û kesên nexweşên kronîk hene, li bin konan li ber xwe didin. Ev rewş nexweşiya wan zêdetir dike û bandorê li ser temamiya tenduristiyê dike. Bi derfetên heyî em hewl didin, ji heqî vî barê nexweşan derkevin. Dîsa birîndarekî me di bûyerê de çêbû. Bi derfetên herî kêm mudaxeleya lezgîn a tibî li vir hate kirin, rê nehate dayîn bi ambûlansê wî rakin nexweşxaneya derve, bi wesayîteke sivîl me ew bir. Li gorî qanûnê nabe nexweşekî lezgîn bi wesayîteke asayî bê rakirina nexweşxaneya derve. 

Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibî heye, bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Heger ku rewşeke awartetir rû bide, ji ber ambargoya bi salan li ser me, em ê nikaribin ji heqî derkevin.” 

 

Ji bo Mexmûrê çi ji kê tê bila bike

Doktor Mihemed Unver anî ziman ku erk û berpirsyarî dikeve ser milê her kesî, divê kes li hember vê dorpêçê û ambargoyê bêdeng nemîne û got, “Divê mirov erka xwe ya exlaqî, wijdanî, mirovî û neteweyî bi cih bîne. Ji ber ku ev gel ji ber zilm û zordariyê li vir dijî. Ji bo hemû Kurdan li vir dijî. Ji bo wê nabe ku li ber vê bêdeng bin. Deynek e. Divê îro gelê Kurd xwedî li vê wargehê derkeve. Li ku derê dibe bila bibe, divê zexteke raya giştî ya cîhanî çêke da ku ev dorpêç û ambargo ji ser xelkê wargehê bê rakirin.”

 

Bila WHO bi erka xwe rabe

Herî dawî Dr. Mihemed Unver bang li saziyên navneteweyî kir û got, “Bang li Neteweyên Yekbûyî û bi taybetî saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO), Xaça Sor a Cîhanê, Doxtorên Sînornenas dikim da ku erka xizmeta tenduristiyê ya li ser milê NY´yê bi cih bînin. Ew vê erkê xwe bi cih naînin. Divê bên vir, lêkolînê bikin, alîkariyê bikin. Pêwîstiyên me yên lezgîn bi amûrên tibî heye. Pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye. Berpirsyariya Iraqê jî heye li beramberî vî gelî, divê berpirsyariyên xwe bicih bîne. Ji ber ku li vê nexweşxaneyê xelkê navçeya Mexmûr û gundewarên wê jî tên derman dibin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.