Li Wargeha Mexmûrê bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo Mihrîcana Çand û Werzîşî ku her sal ji aliyê qada perwerdê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de bi pêşbirkên werzîşî li sahaya 4’ê Nîsanê berdewam dike.
Di 08:00’ê siharê de pêşbirkên werzîşî destpêkir. Beriya ku bername destpêbike ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê pêşbirkên werzîşî yên di nava dibistanên seretayî de weke maratona keç û kur, beza al ya 400 m keç û kur, beza 100 m keç û kur.
Her wiha pêşbirkên werzîşî yên di nava dibistana amadeyî de jî weke maratona (stêrk-ciwan) keç û kur, beza 100 m keç û kur yên di nava navîn û amadeyî de, dirêj avêtin di nava seretayî û amadeyî de, bilind avêtin di nava amadeyî de, gole avêtin keç û kur yên dibistana amadeyî û pêşbirka bi bisiklêt keç û kur yên dibistana amadeyî hatin pêkanîn. Herî dawî kesên ku di pêşbirkê de pile girtibûn hatin xelatkirin.
ROJNEWS/MEXMÛR