Mihrîcan bi coşeke mezin bi dawî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 7 Nîsan 2025 - 00:53

17’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê ku ji aliyê qada perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ve bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi şahiyekî mezin bi dawî bû.

Şahiya ku di roja 4’ê Nîsanê de danê nîvro li Navenda Çand û Huner a Mexmûrê hatibû destpêkirin, duh şev bi koma orkestra ya Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn berdewam kir.

Piştî wê pêşbirka dîlanê di navbera dibistanan de hate kirin û juriyan li gor huner û kareografiya wan koman pile dan.

Piştre pêşbaziyên werzîşî yên weke; torbe, hêk, meşa mêrû û mast xwarinê hatin leyîstin. Herî dawî şahî bi gerandina govendê bi kelecanek mezin bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.