Çanda Kurdî zindî dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 8 Adar 2025 - 00:15

NÛPELDA DENÎZ / NÛJINHA / MEXMÛR 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Navenda Stêra Zêrîn a ku beriya niha bi salan bi navê Kevana Zêrîn xebatên çand û hunerê dimeşand, di roja 11’ê Gulana 2023’an de navê xwe kir Stêra Zêrîn. Stêra Zêrîn, ji roja hatiye avakirin ve heta niha ji bo pêşxistina jin û zarokan a di aliyê çand û hunerê de kar û xebatan dimeşîne.

Rêvebera Navenda Stêra Zêrîn Evîn Colemerg, derbarê dîrok û xebata çand û hunerê ya Stêra Zêrîn de ji ajansa me re axivî.

Evîn Colemerg, di destpêka axaftina xwe de behsa avakirina Stêra Zêrîn kir û got: “Li Wargeha Mexmûrê di nava saziyên me de herî zêde jin pêşengiya çand û hunerê dikin. Me bi salan di sîwana Kevana Zêrîn de xebatên çandê meşand û di 11’ê Gulana 2023’an de navê xwe kir Stêra Zêrîn. Her ku diçe xebatên me berfirehtir dibin. Jinên wargehê bi moral û kedeke mezin xebatên çandê dimeşînin.”

‘Armanca me zindîkirin û pêşxistina çanda Kurdî ye’

Evîn Colemerg, bal kişand ser armanca avabûna Stêra Zêrîn û wiha axivî: “Hem malbat hem jî jinên ciwan bi moralekî mezin beşdarî xebatên Stêra Zêrîn dibin. Ev yek jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Weke Stêra Zêrîn daxwaza me ji malbat û jinan ew e ku xwedî li çand û hunera xwe derbikevin. Çand û huner ne têne vegotina stranek û lêdana enstrumanek e. Di heman demê de ji civakê re pêşengiyê kirine. Yek jî armancên me yên sereke, zindîkirin, pêşxistin û xwedîderketina li çanda Kurdî ye.”

‘Zarok siberoja civakê ne’

Evîn Colemerg, di berdewamiya axaftina xwe de li ser xebatên Stêra Zêrîn wiha got: “Xebatên me yên çand û hunerê bi gelek beşan pêk tên. Beşên govend, şano û stranê hene. Em xebatên xwe bi awayekî xweser didomînin. Dîsa her sal dema dibistan dikevin betlaneyê, ji bo zarok û ciwanan perwerdeyên enstrumanan tên dayîn. Armanc bi van perwerdeyan ew e ku jinên ciwan û zarok bikevin nava xebatên çandî. Zarok pêşeroja civakek azad in. Weke projeyên me yên Stêra Zêrîn em dixwazin ji bo zarok û jinên ciwan akademiyan vekin ku bi zanistî bi pêş bikevin. Mamosteyên me jî bi ked û dilgermî zarokan ji bo vê yekê perwerde dikin.”

Bango Rêber Apo mizgînî ye

Evîn Colemerg, di dawiya axaftina xwe de qala amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê kir û got: “Em niha ber bi roja 8’ê Adarê ve diçin û bi banga Rêber Apo mizgîniyek girt ku bi vê kelecanê jî amadekariyên xwe yên 8’ê Adarê dikin. Mirov dikare germahiya 8’ê Adarê giştî li wargehê û bi taybetî jî bi jinan re bibîne. Em dixwazin 8’ê Adara îsal ji yên din cudatir pêşwazî bikin. Em amadekariyên komên stran, govend, şano û sikêçê dikin. Weke hunermend û endamên çand û hunerê, em dixwazin bi dilgermî 8’ê Adarê pîroz bikin û bi vê kelecanê ber bi Newrozê ve biçin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.