Mîlada vejînê ya gelê Kurd

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 31 Adar 2025 - 00:53

Li Wargeha Penberan a Mexmûrê ev 17 salin bi boneya rojbûna Rêber APO di 4’ê Nîsanê de ‘Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Çand û Werzîşî’ tê lidarxistin. Amadekariyên vê mîhrîcanê her sal di meha Sibatê de tên destpê kirin. Li wargehê ev mîhrîcan mîna çandekê lê hatiye, her sal bi coşek mezin xwendevan û gelê wargehê amadekariyên vê mîhrîcanê dikin. Îsal jî bi heman awayî di meha Sibatê de amadekariyên vê mîhrîcanê hatin destpê kirin û niha amadekarî ber bi dawiyê ve diçin.

Têkildarî amadekariyên mîhrîcanê ji Komîta Amadekar a Mîhrîcana 4’ê Nisanê ya Çand û Werzîşî Mamosta Xelîl Kara ji ajansad me re axivî. Mamosta Xelîl Kara di destpêka axaftinên xwe de rojbûna Rêber APO li gelê Kurd ê walatparêz, şervanên azadiyê û hemû girtiyên zindanan pîroz kir û wiha got:“4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd mîlad û vejîne. Ji nûve bidestxistina nasnameya gelê Kurd a hatibû winda kirine. Beriya Rêbertî û têkoşîna wî, gelê Kurd di xala tinebûnê de bû. Li hinek cihan bi Kurdî axaftin mirin bû. Di demekî wisa de derketina Rêbertî, rakirina perdeya tarîtiyê û ronehiyek nû afirand bû. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd di haman demê de ji bo hemû gelên azadîxwaz têkoşîn dike.”

17 salin mîhrîcan tê lidarxistin

Kara di  berdewama gotinên xwe de bal kişand li ser amadekariyên Qada Perwerdê yên ji bo mîhrîcana 4’ê Nîsanê tê kirin û got:“Ev 17 salin em wek gelê Mexmûrê bi taybetî jî Qada Perwerdê bi ‘Mîhrîcana 4’ê Nîsanê Çand û Werzîşî’ Rojbûna Rêbertî pêşwazî dikin û pîroz dikin. Min di pêvajoya xwendevantiya xwe de jî cihê xwe di nava pêşbirkên mîhrîcana 4’ê Nîsanê de digirt û niha jî ez di komîta amadekar a vê mîhrîcanê de cih digirim. Bi coş û kêfxweşiyek mezin xwendevan û mamostayên wargehê beşdariya xwe ji vê mîhrîcanê re çêdikin. Îsal jî bi coşek mezin amadekariyên vê mîhrîcanê tên kirin.”

2 meh in amadekarî tên kirin

Mamosta Xelîl Kara axatina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Nêzî 500 xwendevanên me di van pêşbaziyên werzîşî û çandî de cihê xwe digirin. Beriya du mehan antraman û tornûvayên futbolê yên di navbera dibistanan de hatin destpêkirin. Êdî amadekarî ber bi dawî ve diçin. Mîhrîcan wê di roja 2’ê Nisanê de bi pêşengeha çand û hunerê destpêbike. Roja 3’ê Nisanê jî li saheya 4’ê Nîsanê pêşbaziyên werzîşî wê bên kirin. Herî dawî jî wê mîhrîcan di 4’ê Nîsanê de li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi pêşbirkên hunerî û werzîşî bi dawî bibe.”

ROJNEWS/JIYAN PÎRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.