Erebê Şemo yan jî bavê romana Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 22 Gulan 2023 - 04:41

Nivîskar û wêjevanê Kurd Erebê Şemo, 21’ê Gulana 1978`an li paytexta Ermenistanê Êrîvanê kiras guhert û li dû xwe wêjeyeke nûjen hişt.

Erebê Şemo sala 1897`an li gundê Sûsiz ê Qersê li Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Wê demê ew deevr di bin serweriya Rûsyayê de bû. Ew ji malbateke şêxên Êzîdî bû û navê wî yê fermî Ereb Şemsedîn Şamilov e. Wî destpêkê li cem “axayên” Kurd û dewlemendan şivantî kir. Piştre di kargehekê de xebitî. Li kêleka karkirinê, hinekî xwe perwerde kir û dibistana seretayî qedand. Her wiha bi zimanên Tirkî, Ermenkî, Gurcî, Azerî û Rûsî jî dizanîbû û bi van zimanan xweşik diaxivî.

 

Koçberiya ber bi Ermenistanê

Ji ber kiryarên desthilata Osmaniyan ew ji neçarî koçberî Ermenistanê bû. Erebê Şemo li wê derê Îsak Margulov nas kir û bi hev re li ser amadekirina alfabeya Kurdî xebitîn. Her duyan sala 1928`an amadekirina alfabeya Kurdî bi dawî kir. Di heman salê de yekem pirtûka fêrbûna zimanê kurdî ya bi navê “Xo-xo hînbûna xandina nivîsara Kurmancî" çap kir.

Erebê Şemo her wiha yek ji damezirînerên rojnameya “Rîa Teze” bû. Di sala 1931’ê de ew dibe endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Ermenistanê, piştî 2 salan (1933) Stalîn wî sirgûnî Sîbîryayê dike û 19 salan li sirgûnê dimîne û 21’ê Gulana 1978`an ji vê dinya gewrik xatirê xwe dixwaze.

 

Yekem romana Kurdî

Erebê Şemo di sala 1931`ê Qanatê Kurdo nas dike. Ew bi hev re di warê wêjeya Kurdî û zanistanê de kar dikin. Li wê derê nivîsên der barê pirsgirêkên zimanê kurdî de amade dike û li Ermenistanê çap dike.

“Şivanê Kurmanca” ji girîngtirîn romanên Erebê Şemo ye. Ew yekemîn romana Kurdî ye ku sala 1930`î ji aliyê Îsak Margulov ve hatiye çapkirin. Di sala 1935’an de jî li Gurcistanê ji aliyê weşanxaneya hikûmetê ve hate çapkirin.

Şivanê Kurmanca bo zimanê Rûsî hatiye wergerandin. Piştre Basil Nikitin ji Rûsî wergerandiye Fransî. Roman, behsa jiyana nivîskar dike. Tê de rewşa aborî û civakî ya civaka Kurd a wê demê jî tê vegotin, her wiha qala urf û adetên Kurdan, bi taybetî yên koçeran, tê kirin.

 

Berhemên wî yên din jî hatin wergerandin

Berhemên din ên Erebê Şemo "Jiyana Bextewar, Berbang, Dimdim û Hopo" jî bi nav û deng bûn. Berhemên wî li gelek zimanan hatine wergerandin. 

Di sala 1977`an de derûdorên çandî yên Sovyetê salvegera 80’yî ya jidayikbûna wî pîroz kir û li bajarê Êrîvanê pîrozbahiyek ji bo wî hat lidarxistin. Rojnameya “Literature Naya Gazeta” pesnê berhemên wî da û wekî bav û damezirînerê wêjeya Kurdî bi nav kir, her wiha Meclisa Sovyetê ya Bilind jî ew xelat kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.