Em xwe di ewlehiyê de nabînin !

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:20

Xwendekarên ku gotin ji dema mirina bi gûman a Rojîn Kabaiş ve ew xwe di ewlehiyê de nabînin, dan zanîn ku jin bêyî cezayên pêwist ji bo sûcdaran nikarin xwe di ewlehiyê de bibînin.

Salek di ser mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, Rojîn Kabaiş re derbas bû, lê sedema mirina wê hîn nehatiye diyarkirin. Lêbelê, fermana nepenîtiyê ya li ser dosyayê hîn jî di meriyetê de ye. Ji dema mirina bi gûman a Rojîn Kabaiş ve, gelek xwendekarên jin çalakî li dar xistin û bal kişandin ser neewlebûna zanîngeh û wargehan. Gelek xwendekar ji ber fikarên ewlehiyê koçî zanîngeha li bajarê xwe kirine.

Hin ji jinên ku hestên xwe yên derbarê newlebûnê de anîn ziman, di heman demê de xwendekarên Zanîngeha Harran a li Rîhayê ne.

Beyza Nûr Aslan diyar kir ku piştî bûyera Rojîn Kabaiş ew li zanîngehan xwe di ewlehiyê de nabîn û got, "Min nû dest bi zanîngehê kir û ez xemgîn bûm. Min ji xwe pirsî, 'Ez ê çawa ji bajêr derkevim?' Rojîn jî ji bo xwendinê derket derveyî bajêr û ez nafikirim ku êdî li welêt ewlehî hebe. Em li Tirkiyeyê di bin gefê de ne."

Fatma Aşiroglu, destnîşan kir ku ew xwe ewle hîs nakin û got: "Ez ji bajarekî din hatim vir da ku bixwînim û em nizanin dê çi bi serê me were. Rojîn ji bo xwendina zanîngehê çû bajarekî din, lê çi bi serê wê hat eşkere ye. Çima hewl didin ser bûyerê bigirin? Ev mijarek e ku divê her tim di rojevê de be. Bi dehan jin tên kuştin û em ji wan haydar nînin û ew yên ku em haydar in vedişêrin. Ev mijarek e ku divê were lêkolînkirin û çareserkirin."

Şûle Altankan, diyar kir ku kuştina jinan ji ber siyaseta bêcezatiyê ya ji bo sûcdaran zêde dibe, û got,"Ez dibêjim ku her kes bi hêsanî ji ber nebûna cezayê têrker tê kuştin. Ev ne tenê ji bo jinan, lê di heman demê de ji bo sûcên li dijî zarok û ajalan jî derbasdar e. Ji ber ku pergaleke darazê ya têrker tune ye, kuştin û dizî bi hêsanî dikarin werin kirin."

Naz Oba jî anî ziman ku ji destpêkê ve mirina bi gûman a Rojîn Kabaiş hatiye xwestin bê veşartin û daxwaz kir ku sûcdar bên cezakirin.

JINNEWS/RIHA/EVÎN ÇÎFTÇÎ-GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.