‘Em li hember qeyûman serî natewînin’
Duşem 4 Mijdar 2024 - 16:00
- Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê qeyûm hatin tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Êlihê, berteka yekem ji dayika Îpek Er hat. Dayika Îpek Er li ber şaredariya Êlihê wiha bertekên xwe anî ziman: "Qet şerefa we nîne. Em ê li dijî polîtîkayên qeyûman bê navber têbikoşin û em ê bi berxwedanê bi ser kevin." Her wiha li dijî xespkirina îradeya gel peyama:"Em li hember qeyûman serî natewînin" hat dayin.
Wezareta Karên Hundir li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de qeyûm tayîn kir. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Biryara tayînkirina qeyûm ji Hevşaredar Ahmet Turk re hate ragihandin. Her wiha li Şaredariya Êlihê jî qeyûm hate tayînkirin û avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye û di vê rojê de qeyûm hat tayinkirin.
Li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê jî qeyûm hate tayînkirin. Di saetên zû yên serê sibehê de avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin. Hevşaredar Mehmet Karayilan hate binçavkirin.
Li dijî tayinkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin û gel bertek nîşanî xespkirina îradeyê dan.
TJA'yê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên li 3 bajaran da, diyar kir ku ew ê li hemberî darbekaran serî netewînin û got: "Jin wê bimînin, hûn ê biçin."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a li 3 bajaran da û got: "Em rê nadin qeyûman."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Îktîdarê careke din li dijî îradeya gel darbe kir.”
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin, li pêşiya şaredariya bi van gotinan bertek nîşan da: “Ev gel êdî şiyar bûye. Em ê bi ser kevin. Em ê li dijî qeyûman serî netewînin.”
Li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Êlihê, berteka yekem ji dayika Îpek Er hat. Dayika Îpek Er li ber şaredariya Êlihê wiha bertekên xwe anî ziman: "Qet şerefa we nîne. Em ê li dijî polîtîkayên qeyûman bê navber têbikoşin û em ê bi berxwedanê bi ser kevin."
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, bertek nîşanî tayînkirina qeyûmên li 3 bajaran da û bi bîr xist ku 4'ê Mijdara 2016'an salvegera darbeya siyasî ye û diyar kir ku tayînkirina qeyûman li şaredariyên 3 bajaran di 4'ê Mijdarê de dewama darbeya siyasî ye.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a li pêşiya şaredariya hatiye dorpêçkirin axivî, wiha got: “Em ê bi hev re bajarê xwe, şaredariya xwe ji vê rejîma xespkar, talanker û mêtinger rizgar bikin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, ev peyam da: “Em ê di têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê de paşvegavê neavêjin.”
Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, ev peyam da: “Em ê heta dawiyê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê paşvegav neavêjin.”
Meclisa Ciwanên DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê de got:“Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û li ber xwe bidin."