Em hawara Kurdî bikin hawara sereke

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:06

  • Komelaya Çand û Ziman a Birca Belekê ji bo serdema havînê dest bi amadekariyên kursên zimên kir. Hevserokê komeleyê Cahît Akil destnîşan kir ku ew ê li dijî polîtîkayên pişaftinê xebatên ziman bidomînin û got: "Tenê bi saziyên ziman ve em nikarin pêşî li polîtîkayên pişaftinê bigirin. Ji ber vê yekê jî ji bo ziman rewşeke awarte hewce dike." 

MAHMUT ALTINTAŞ / MA / ŞIRNEX

Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek ji sala 2019'an vir li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî polîtikayên pişaftinê perwerdehiya zimanê Kurdî dide. Komele ku niha amadekariya belgedayina mezûnên xwe dike di heman deme de ji bo serdama havînê jî kursên nû vedike. Serîlêdana kursan ku di 27'ê hezîranê de destpêkirin wê heta 7'ê tîrmehê bidomin. Serîledan ji bo kursên zarokan, asta 1'emîn û 2'yemîn hatine destpêkirin û li gor serîledanan wê ji bo astên din jî pol dê bên vêkirin. 

Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahît Akil tekildarî kursên serdema havînê bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li ziman û bang li gel kir ku serî li kursan bidin. 

Polîtîkaya asîmîlasyonê didome 

Cahît Akil anî ziman ku bi salan e dewlet li dijî zimanê Kurdî polîtikayên pişaftinê dimeşîne û ev tişt gotin: "Ziman ji bo netewekî hem hişmendî û hem jî heqîqet e. Her netew bi zimanê xwe tê naskirin. Em netewa Kurd jî bi zimanê xwe nasnameya xwe pênase dikin. Lê mixabin bi salan e li ser ziman û netewa Kurdî polîtîkayên pişaftinê tê meşandin. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê heta niha nasnameya Kurd tên înkarkirin. Gelê Kurd li dijî polîtîkayên pişaftin û înkarê bi salan e têdikoşe. Polîtîkayên pişaftinê tu carî li Kurdistanê neqediyaye. Li dijî pişaftinê sazî û dezgeyên Kurdî jî hatin avakirin û li dijî zext û tundiyan xebatên xwe dimeşînin. Weke Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek ji 2019'an vir ve em jî xebatên xwe didomînin."

Divê hişmendiya zimên ava bibe 

Akil da zanîn ku li Cizîrê her ku diçe axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Cizîr navendeke çand û ziman e, lê mixabin di serdema ku em dijîn de modernîte bê watebûn di nava civakê de pêş xistiyê û ev yek bandorê li ser ziman jî dike. Li Cizîrê jî heta van salan gelê Kurd bi zimanê xwe dijî. Lê di encama polîtîkayên pişaftinê de her ku diçe hejmara axaftina bi Kurdî kêm dibe. Di nava malan de jî êdî malbat bi zimanê Tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. Ji ber vê yekê jî divê di destpêke de heşmendiya ziman bê ava kirin. Tenê bi saziyên ziman ve em nikarin pêşî li polîtîkayên pişaftinê bigirin. Ji ber vê yekê jî rewşeke awarte ji bo ziman hewce ye. Li dijî vê yekê polîtîkayên me yên xurtkirinê berdewam dikin. Bi kurs û dersên zimanê Kurdî dixwazin pêşî li van polîtîkayên pişaftinê bigirin. Lê divê di serî de malbat bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin ku em bikarin zimanê Kurdî biparêzin."

Li Kurdistanê têkoşîneke xurt lazim e

Akil destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên pişaftinê xwedî derketin û têkoşîneke xurt ji bo ziman hewce ye û wiha pêde çû: "Divê qada navneteweyî û li Kurdistanê têkoşîneke xurt bê dayîn û em hawara zimanê Kurdî bikin hawara sereke. Divê sazî û dezgeyên li bakur jî di nava polîtîkayeke hevpar de têkoşîna ziman bimeşînin. Komeleya Ziman jî divê mal bi mal xebatên ziman bimeşînin. Bi xelkê re di nava têkiliyê de bin û heqîqeta ziman ji bo malbat û civakê bidin fêhmkirin ku çerxa helandin û pişaftinê di nava malen xwe de derbixînin. Wê demê em ê bi bînin ku hejmara axaftina ziman jî wê zêde bibe. Divê em bi axaftina zimanê xwe şerm nekin. Ziman ruh e, laşekî bê ruh nabe. Bê ziman em nikarin bibin netew jî. Weke Komeleya Birca Belek jî em vê yekê ji xwe re peywîr dibînin û weke plansazî me daye pêş xwe."

Serlêdan heta 7’ê Tîrmehê didome 

Akil di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku serledanên kursên serdema havînê didomin û ev bang li gel kir: "Heta niha polên me yên asta duyemîn û polek jî asta yekemîn û mamostetiyê qediya ne, em ê hefteya pêş  bernameya belgedayina wan li dar bixin. Ji bo serdema havînê jî em ê polên nû vêkin û serledanên me destpêkirinê wê heta 7'ê tîrmehê berdewam bikin. Amedekariya me ya pola zarokan û asta yekemîn amadekariya me heye. Li gor serlêdanan em dikarin polên astên din jî vêbikin. Ji bo serledana kursên me banga me li gelê me ev e ku werin zimanê xwe hîn bibin. Xwedî derketina ziman xwedî derketina zanist, heşmendî û heqîqetê ye. Ji bo em heqîqeta xwe xurt bikin beriya her tiştî divê parastina cewhera wê bê kirin. Cewhera me jî ziman û çanda me ye."  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.