Em ê vegerin deverên dagirkirî!

Sêşem 7 Adar 2023 - 16:25

Fermandarê Giştî yê Parêzvanên Sînor ên Iraqê yên li Herêma Kurdistanê, Rûkan Hemade Dizeyî ragihand ku ew ê di demeke nêzîk de vegerin nuqteyên ku Tirkiyeyê derbaskirine.

Rûkan Hemade Dizeyî li otêla Dawa ya li Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rukan Hemade Dizeyî li ser pirseke nûçegihanê me ya li ser êrişên dewleta Tirk ên ser serweriya xaka Iraqê got, “Planên baş hatine danîn, di vê salê de bernameyên me dest pê kirine û em ê vegerin xalên ku dewleta Tirk derbas kirine. Heta niha me nekarî em vegerin wan cihan, lê niha ji aliyê Hikûmeta Iraqê û Herêmê ve alîkariyeke baş hatiye kirin. Di demeke nêzîk de em ê vegerin cihên xwe.”

Hêjayî gotinê ye ku rojane dewleta Tirk a dagirker di nav herêm û bajarên Iraq û Herêma Kurdistanê de êrişên xwe dike û sivîlan qetil dike. Lê hîna jî Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê helwêsteke cidî nîşan nedane.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.